Encamnameya Civîna Netewî ya Jinên Kurd hat eşkere kirin

126

 

 

ROJNEWS  / SILÊMANÎ

 

Îro saet 10:10'an li salona Otela Şarê Ciwan  ya bajarê Silêmaniyê yekemîn civîna jinan a çar parçeyên Kurdistanê bi amadebûna 80 jinên nûnerên partî û rêxistinên jinan ên çar parçeyên  Kurdistanê û Kurdên Ewropa di pêşengiya KJK'ê de dest pê kir. Piştî civînê bi civîna çapemeniyê encamnameya civînê hat eşkere kirin.  Di civînê de biryar hate dayîn ku ji bo 3'emîn kongreya netewî ya jinên Kurd amadekarî bên kirin û komîte bê avakirin

 

 

Civîn bi şêweyê 3 rûniştinan pêkhat. Rûniştina yekemîn nirxandina pirsgirêkên jinên Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bû. Her parçeyeke Kurdistanê bi rêya nûnerên xwe pirsgirêkên ku jin li wê parçeyê dijîn, anîn ziman.  Di rûniştina duyemîn de jî nirxandina pirsgirêkên yekîtiya netewî ya jinên Kurd û rêyên çareseriyê hatin destgirtin. Di rûniştina sêyemîn de plansazî û hilbijartina komîteya amadekar ya ji bo konferansa 3. ya jinên Kurd bû.

 

Encamnameya civînê bi zaravayên Soranî û Kurmancî ji aliyê Berdevka kordînasyona KJK’ê Besê Erzîncan û Nûnera Tevgera Goran Aşitî Ezîz ve hatin xwendin.

 

Di encamnameyê de hate ragihandin ku di civînê de biryara lidarxistina 3. Konferansa netewî ya jinên Kurd hatiye girtin. Encamname wiha destpê dike: “ Em 9’ê Tîrmehê li bajarê Silêmaniyê, bi amadebûna nûnerên hemû partiyên siyasî yên jin û nûnerên rêxistinên jin, ji bo amadekariya 3. Konferansa netewî ya jinên Kurd kom bûn. Di civîna me de rewşa jinan ya li Kurdistanê û pêşketinên ku li Rojhilata Navîn rû didin hatin guftûgokirin.”

 

‘Heya doza azadiyê ya Kurd sernekeve wê têkoşîn berdewam be’

 

Di encamnameya civînê de îşaret bi pirsgirêkên kur yên jinên Kurd dijîn hate kirin û wiha hate gotin: “Em di cîhaneke pirsgirêkên kur yên siyasî, eskerî, aborî û civakî tê jiyîn re derbas dibin. Navenda pêşketinan jî bi giştî Rojhilata Navîn û bi taybet jî xaknîgariya Kurdistanê ye. Pergala modernîst kapîtalîst ku nûnertiya pergala zilamsalar ya 5 hezar salan dike xetimîn, alozî û kaoseke mezin dijî. Ji bo vêya derbas bike û temenê xwe dirêj bike, li ser esasê plansazî û projeyên nû bi taybet li ser axa Kurdistanê dixwaze hindek hemleyên nû bike. Eger ev şert û mercên niha hene baş werin destgirtin, ji bo Kurdan jî fersendên girîng pêşkêş dike. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û jinê ji niha ve bi biryardariyeke mezin, bawerî û îdîa li tevahiya Kurdistanê bilind dibe. Heya doza azadiyê ya  gelê Kurd li Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava û Şengalê bisernekeve wê ev têkoşîn berdewam bike.”

 

Jinên Kurd ragihandin ku ewê bi berdewamî pêşengî ji têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd û ji têkoşîna bidestxistina statûyê re bikin û bi berdewamî wiha hate gotin: “Di civîna ku îro me lidarxist de me rewşa jinên Kurd dest girt. Jinên Kurd di nava pergaleke zilamsalar ya 5 hezar salî de  rû be rûyê metîngeriyeke pir mezine. Jinên Kurd di nava pirsgirêkên kur yên civakî de, jiyaneke zehf zehmet dijîn. Ji sala 2017’an ve li tevahiya Kurdistanê mirinên jinan, kuştinên dibin navê namûsê de, xwekuştin, şîdeta li dijî jinê, jinê kişandina nava fihûş û bikaranîna madeyên hişbir de zêdebûn çêbûye. Kedxwariyeke pir alî li ser jinê tê pêkanîn. Her wisa jin ji aliyê pergala zilamsalar ve ji derfetên siyasetê, xweparastinê, aboriyê tên bêpar hiştin.”

Di encamnameyê de hate ragihandin ku Kurd û bi taybet jî jinên Kurd divê bi ruheke hevpar li hember hemû pirgirêkan bisekinin û ji bo çareseriyê bixebitin. Encamname wiha berdewam kir: “Li ser bingeha prensîbên azadî, demokrasî û wekheviyê yekîtî sazkirin, rêxistinên hevpar avakirin heyatiye. Li Kurdistanê azadiya rasteqîne di yekîtiya gelê Kurd û jinên Kurd re derbas dibe. Divê em jin ezmûnên xwe hîn bihêztir ji hevre ragihînin û ji bo azadiyê têbikoşin.”

 

‘Komîteya amadekar hate derxistin’

 

Di encamnameyê de hate gotin ku komîteyeke amadekar ya ji bo konferansa 3. ya jinên Kurd hatiye diyar kirin. Komîte ku ji 22 nûnerên partî û rêxistinên Kurd yên çar parçeyên Kurdistanê pêktê, wê xebatên lidarxistina konferansa 3. bimeşıınin. Her parçeyeke Kurdistanê bi 5 endaman tê temsîl kirin. Ji KNK’ê 1 û ji KJK’ê jî yek nûner wê di nava komîteyê de cih bigirin."