‘Bihêlin bila Şengalî serbixwe û azad xwe bi rêve bibin’

139

 

 

 

ŞINE FAYEQ / SILÊMANÎ

Cîgira Hevserokatiya Meclîsa Demokratîk a Avakirina Şengalê û Nûnera Jinên Şengalê Kurdî Elî di Yekemîn Civîna Jinên herçar parçeyên Kurd ya li Silêmaniyê ji bo 3. Konferansa jinên Kurd pêk hatî de axivî.

 

Kurdî Elî diyar kir ku diyar kir bi îradeya xwe li berxwe dane û wiha anî ziman; "Em teslîmî ti kesekê nebûn. Me bi îradeya xwe berxwedan kir. Emê Şengalê ava bikin û bi parêzin. Wê Şengal ji aliyê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ve were paraastin."

 

'Pêwîstiya jinên Şengalê bi piştgiriyê heye'

 

Kurdî Elî rexneyên tund li jinên Kurd kir û axaftina xwe wiha domand; "Ji ber çi heya ku ferman li ser me de nehat, kesekê em nedîtin. Niha ji bo çi serdana Şengal û jinên Şengalê nakin? Pêwîstiya jinên Şengalê bi piştgiriyê heye. Niha jî di nava komkujiyan de ne. Ambargo li ser Şengalê ye. Hatin û çûna Şengalê û Herêma Kurdistanê tê asteng kirin.  Di nava partiyan de wezîfeya we hemûyan heye, ji ber çi hûn bêdengîn û nabîn xwedî helwest."

 

'Êdî em bi xwe wê Şengalê bi parêzin'

 

Kurdî Elî diyar kir ku êdî bûne xwedî sîstem û wiha anî ziman; "Mafê me ye pirs bikin, hûn li kûderê bûn? Ji ber çi we her tim serdana nekiriye û negotiye xwişkên me li Şengalê ne? Lê niha Êzidî ne Êzidiyên berê ne. Bûne xwedî sîstema xwe. Bila bi aştî, dostane û bê şer û birakujî dest ji Şengalê berdin. Em napejirînîn kes dest bavêje Şengalê û destwerdanê bike. Bihêlin bila Şengalî serbixwe, bi demokrasî û azad xwe bi rêve bibin. Êdî em bi xwe wê Şengalê bi parêzin."