Cenga Mezin: 23 çete hatin kuştin, 2 çete dîl hatin girtin

90

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li taxa Reqaya Kevin şerê di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de, bi dijwarî didome. Di encamê de, 17 çeteyên DAIŞ′ê hatin kuştin, 3 çeteyan xwe radestî şervanên QSD′ê kirin û 2 çete jî dîl ketin destê şervanan, 4 şervanên QSD′ê birîndar bûn. Her wiha erebeyeke BMB û Termalek ketin destê şervanan.

 

Li taxa Deriyê ya rojavayê bajêr 6 çete hatin kuştin

 

Di encama şerê ku li taxa Deriyê ya rojavayê bajêr rû da de, 6 çete hatin kuştin, şervanekî QSD′ê şehîd bû, şervanek jî birîndar bû.