Iraq: Mûsil ji dest çeteyên DAIŞ’ê hatiye paqijkirin

151

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku pêngava rizgarkirina Mûsilê temam bûye û bi tevahiya Mûsila 3 salan di bin zilma çeteyên  DAIŞ'ê de mayî ji çeteyan hatiye paqijkirin.

 

Iraqê ragihand ku Mûsil, a ku ev 3 sal in di bin zilma DAIŞ’ê de ye hatiye rizgarkirin. Piştî şerê ku bi mehan e dom kir hate diyarkirin ku artêşa Iraqê Mûsil ji dest DAIŞ’ê standiye.

 

Berdevkiya Serokwezîriya Iraqê jî got: ‘’Lîderê artêşa Iraqê Haydar Ebadî hate Mûsilê ya ku hatiye rizgarkirin û pîrozbahî li leşkeran kiriye.’’

 

Operasyona rizgarkirina Mûsilê ji 17'ê Cotmeha sala 2016'an ve destpêkirî bû. Di 10'ê Hezîrana sala 2014'an de ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve Mûsil hatibû dagirkirin.