Celal Talebanî gihîşt Îranê

82

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî ragihandina YNK'ê, ji berî çend kêliyan Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê (YNK) Celal Talebanî gihîşt Îranê. Hate ragihandin ku wê serdana Celal Talebanî hefteyekê berdewam bike.

 

Ji berî niha Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê yê Îranê Nazim Debax têkildarî serdana Celal Talebanî wiha gotibû; "Serdana Serok Mam Celal demek dirêje kar ji bo tê kirin. Bijîşkan destûr daye vê serdanê bike, ji bo bên vedanê. Li gorî benameya serdanê, ya ji aliyê sekreterê  Serok Mam Celal û Komara Îslamiya Îranê ve hatiye dayîn, wê li cihekî havînî ku ji aliyê wan berpirsên Komara Îranê ve hatiye çêkirin, were bicih kirin. Wê berpirsên Komara Îslamî ya Îranê ku xwe dostên nêzik nîşan dikin, serdana Mam Celal bikin, ne wê Mam Celal serdana wan bike."