Cenazeyê Şehîd Zagros bi girseyî hat oxir kirin

112

 

 

 

HAWKAR MISTEFA / PÊNCWÊN

Usama Abdullah bi nasnav Zagros Pêncwên, Şervanê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku di 12.06.2017’an de li Şengalê şehîd bûbû, duh bi konvoyekî di ser Rojava re derbasê Başûrê Kurdistanê hate kirin. Şevê din jî li gundê Sersuraw ya ser bi bajarokê Germik yê girêdayî navçeya Pêncwênê ya parêzgeha Silêmaniyê ye ji aliyê malbat, xizim, komîteya şehîdên PKK’ê li Başûr, Ciwanên Welat Parêz û Tevgera Azadî ve bi awayeke girseyî berbi rêwîtiya wî ya dawî ve hate rêkirin.

 

 

Di merasîma sipartina axê de bi navê Komîteya Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê Fetiye Alî peyamek xwend ku di têde îşaret bi berxwedana Gerîla û yekîneyên parastina gel yên li çar parçeyên Kurdistanê hate kirin. Di peyamê de ruhê netewî yê şehîd Zagros weke nimûneyeke netewî ku sînoran nasnake hate bi navkirin û wiha pêde çû: “Şehîd Zagros sînoran nas nekir, berê xwe da Şengal û Rojavayê Kurdistanê da ku li dijî çeteyên DAIŞ’ê şer bike û di vê oxirê de canê xwe feda bike.”

 

 

Fetiye Alî her wisa got şehîdbûna heval Zagros û hemû şehîdên din yên têkoşîna bidestxistina azadiyê şanaziyeke mezine  û wiha hate gotin: “Ji ber wan di oxira azadiya gelê xwede canê xwe fedakirin. Divê em jî vê rêya pîroz berdewam bikin.”

 

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Abdullah ku beşdarê merasîma definkirina şehîd bûbû jî di merasîmê de axivî û got: “Çawa ku her ciwanek nikare weke şehîd Zagros heya dilopa xwîna xwe ya dawiyê parastina xaka xwe bike, bi heman awayı jî hemû malbat jî nikarin zarokên xwe bi vî awayî diyarî axê bikin. Ji ber vê divê em tev şanazî bi van şehîdan û malbatan bikin. Divê hemû hêz û aliyên siyasî xwedî li xwîna van şehîdan derkevin û vêya bikin wesîleya sazkirina aşitiyê û bihevre jiyanê. Ji ber Şehîd Zagros şehîdê yekîtiya netewiye û ti ferq nexist navbera parçeyên Kurdistanê de.”

 

 

Ciwanên Welatparêz yên Başûrê Kurdistanê jî di merasîmê de amadebûn û sonda berdewamkirina têkoşîna şehîd Zagros û tevahî şehîdan dan.