Agir bi çiyayê Guwêjan ket: Agir hîn nehatiye kontrolkirin

85

RÊZAN MIHEMED/SILÊMANÎ

 

Îro serê sibê saet 09:00'an agir bi çiyayê Guwêjan yê bajarê Silêmaniyê ket.

 

Berdevkê Parastina Şeristiya Bajarê Silêmaniyê Rêkan Cemal têkildarî agirê ku bi Guwêjan ketî ev agahî dan ajansa me: "Tîmên me ber bi cihê bûyerê ve çûne. Lê heta niha agir nehatiye kontrolkirin."

 

Ji ber agirê ku derketiye qadek berfireh ya çiya şewitiye û sedema agir pêketinê jî hîn nayê zanîn. Agirê li herêmê heta amadekirina vê nûçeyê jî nehatibû vemirandin.