‘Emê bi vê konferansê xebatên xwe xurtir bikin’

64

MEXMÛR/ROJNEWS

 

Delegeyên Konferansa 4’emîn a Navenda Çand û Hûner ya Mexmûrê di derbarê pêşveçûna Konferansa xwe de ji ajansa me re nirxandin. Delegeyên konferansê diyar kirin ku ewê bi vê konferansê xebatên xwe xurtir bikin û anîn ziman ku ew vê konferansa xwe diyarî Rêber Apo dikin.

 

Endama Komîteya Çand û hûnera Mexmûrê Medya Hûner diyar kir ku konferansa wan bi beşdarbûna  95 delegeyan pêk hatiye û got: "Bi dirûşmeya 'bi ruhê Sefqan û Mizgînan em têdikuşin , çanda xwe pêş dixin, xweseriya demokratîk ava dikin' me konferansa xwe pêk anî. Bê gûman di pêvajoyek ew qas zirav û hesas de, li her deverî  êrîşên dijwar li ser Tevgera Azadî  ku  tên kirin de, li hemû parçeyên kurdistanê  gelê me li ser piyane. Di pêvajoyek wiha zirav û kirîtik de li wargeha Şehîd Rûstem Cûdî li darxistina konfaransa meya çaremîn bê gûman wateyek wê ya pir cuda  heye û xwedî giringiyekê ye. Ev yek bi  delegeyên amade re coş û kelecanek mezin ava kir. Em di nava atmosfereke pir germ de jiyan dikin. Ji ber wê yekê di vê em weke wargeh di aliyê çand û hunerê de erk û berpirsyariyên xwe ji hemû demê zêdetir pêk bînin. "

 

 

'Êrîşa herî mezin li ser çanda gelan pêk tê'

 

Medya Hûner di berdewama axaftina xwe de bal kişand liser êrîşên ku li hemberî çanda gelan pêk tên û wiha got: “Bi her awayî ji bo qirkirina çandê êrîş pêk tên. Dijminê me li hemberî çanda gelan bi hemû teknika xwe û bi şêweyek dij mirovî êrîş dikin. Li beramberî vê tekoşînek pir mezin pêwiste. Ji ber qirkirina çandê ji hemû şerên din dijwartire û bi xetertire. Ji bo vê weke çand û hunera wargehê berpirsyartiya me heye çi li gor dem û li gorî pevajoyê be. Bi vî ruhî me konfaransa xwe pêk anî. Bê guman ji bê vê keda mezin em deyndarê rêbertiyê ne. Ji berkû ev hemû xebatane bi keda rêbertiyê heta roja meya îro hatiye. Rêbertî ji bo me weke hunermedek mezine. Bi vê boneyê em vê konfaransê di serî de li Rêber Apo pîroz dikin."

 

Delegeya  bi navê Sarya Yildiztan jî wiha got: “Ev konfarans her du sê sal carekê tê li darxistin. Ji bo kêmasî û pirsgirêkên ku  di demê berê de hatîn jiyan kirin bên çareserkirin pêwistî bi konfaransên wiha hene. Em di wê qenaetêdene ku ev konferans bigehîje armanca xwe û wê bi gihehîje armanca xwe jî."

 

 

'Çanda me hebûna me ye'

 

Dayika bi navê Besê Budak jî ku ew jî delegeya konferansê ye diyar kir ku ew bi saya çanda xwe liser piya ne û emê bi çanda xwe hebûna xwe bidin berdewamkirin û wiha pêde çû: “Armanca me ya li darxistina vê konfaransê, ewe ku em encamek baş jê derbixin. Ew kêmasiyên kû  heya niha di nava çanda me de heyî em bi dawî bikin û li cihê wan kêmasiyan hemû tiştên ku ji bo çanda me pêwist, em bi awayek serkeftî bêxin meryetê. Bi saya çenda xweye ku  em heya vê hatine. Çand çanda dayikê ye. Em dixwazin herî zêde dayik di nava xebatên çand û hunerê de cih bigire. Ji bo ku berhemên dest, lorîkên dayikan di vê çandê de pêşbikeve . Ji bo dayikan ev çand heta roja meya îro aniye. Her du salan carek em konfaransa xwe li dar dixin. Ew biryarên ku   tên girtin pêwiste ji bo çanda me bibe bersiv. Ez di wê hêviyê deme kû  we ev konfarans ji bo hemu pirsgirêkên çanda gelê me  bibe bersîv."

 

 

Herî dawî jî Endamê Koma Dengbêjên Botanê û delegeyê Konferansê Emer Demîr jî wiha nêrînên xwe di derbarê konferansê de anî ziman: “Bi kurt û kurmancî armanca meya li darxistina vê konfaransê pêşxistina çanda meye. Ew kêmasiyên ku heyîn ber detnîşan kir, ji bo ku em wan kêmasiyan sererast bikin. Ji ber armanca me pêşketine. Dema ku hedefa me ne  çareserkirina pirsgirêkan ba, me konfaransek bi vî awayî li dar nedixist. Hedef ewe ku  em ji bo hemû pirsgirêkan bibin bersîv û ez di wê hêviyê deme ku  wê bi awayek serkeftî bibe bersîv.”

 

 

(ht-ma)