Berdevka QSD’ê îdayên ku dibêjin DYA’yê QSD’ê bombebaran kir derewand

74

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Medya Tirk duh nûçeyek belav kiribû û îdîa kiribû, ku balafirên şer ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bombe li Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ên li Reqayê barandine û 30 şervan jî şehîd bûne.

 

Berdevka Operasyona Reqayê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk Cîhan Şêx Ehmed vê nûçeyê derewand û diyar kir ku ev rast nîne û Tirkiye manîpulasyon dike.

 

Fermandar Cîhan Şêx Ehmed têkildarî ev îdaya ku di ragihandinan de belav bûye axivî û got, "Ev nûçe bi temamî derew e, ti eleqeya xwe bi rastiyê re nîne. Em li Reqayê şerekî giran didin û em ê Reqayê azad bikin. Dewleta Tirk bi weşandina nûçeyên bi vî rengî yên ne rast, dixwaze operasyona me lewaz bike. Em guh nadin nûçeyên bi vî rengî. Em vê peyamê didin gelê xwe; Berdêla xwe çi dibe bila bibe em ê Reqayê rizgar bikin û ji hovên DAIŞ'ê paqij bikin."