Îran, dibin navê karê qacax de Kurdan qetil dike

67

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê, duh li meydana balafirxaneya bajarê Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê hêzên leşkerî yên rejîma Îranê wesayîta ku çar kasipkarên Kurd têde bûn gulebaran kiriye. Hat ragihandin ku di encamê de kasipkarek hatiye kuştin û sê kasipkarên din jî bi giranî birîndar bûne.

 

Polîsê parêzgeha Kirmanşanê diyar kir ku ji ber ku wesayîtê barê qaçax hilgirtibû ji ber wê yekê hatiye gulebarankirin.

 

Hêjayî gotinê ye ku kolberên kurd rojane li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve tên gulebaran kirin û di encamê de tên kuştin û birîndar kirin. Bi heman awayî kaspkarên Kurd jî bi hinceta barê qaçax li gel wane rastî êrîşê tên.

 

Li gel hemû daxuyanî û propagandeyên dewleta Hesen Ruhanî yên ji bo lêkolînkirina di derbarê rewşa kolber û kasipkarên Kurd de, tu guhertinên baş di derbarê rewşa wan welatiyan de çênebûne. Heta roj bi roj bîlançoya kuştî û birîdaran zêde dibe. Ev jî dide diyarkirin ku hemû bangawaziyên dewleta Ruhanî ji bo hilbijartinê, komkirina deng û xapandina xelkê hajar bû.