DAIŞ li Reqayê têk diçe: 27 çete hatin kuştin

64

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Pêngava Rizgarkarkirina Reqayê di roja 34`an de dewam dike.  Şervanên QSD`ê roj bi roj pêşve diçin  û derbeyên giran li çeteyên DAIŞ`ê dixin.

 

Di vê çarçoveyê de, şerên dijwar  yên li taxa El-Rewda ya aliyê rojhilat ê bajarê dikeve dewam dike. Hat ragihandin ku di encama şerên dijwar de 27 çeteyên DAIŞ`ê hatine kuştin û termê 11 ji wan ketiyene destê şervanên QSD'ê.

 

Her wiha şervanên QSD`ê destdanîn ser 8 çekên kilaşînkof, 3 B7, doçkayeke 12.5, 2 çekên Lav ên artêşa Tirk a dagirker, 10 guleyên tangê û 3 cîhazên cûreya Hîdra.