Kêmbûna ceyranê welatiyên Derbendîxanê bêzar kiriye

72

BERHEM LETÎF / ROJNEWS

 

Rewşa ceyranê li Herêma Kurdistanê roj bi roj xirabtir dibe, ev jî dibe sedama nerazîbûna welatiyan.

 

Welatiyên navçeya Derbendîxanê ya ser bi Silêmaniyê ku ji ajnasa me re axivîn bertekên xwe li hemberî kêmî û xirabîya ceyarên anîn ziman û diyar kirin ku navçeya Derbendîxanê xwediyê bendav lê ceryana wan nîne. Her wiha welatiyan pirsa çima em bê ceyranin ji rayedaran pirsîn.

 

Welatiyê navçeya Derbendîxanê Burhan Ehmed diyar kir ku ew ji qutbûna ceyranê bêzar bûne û got: “Em bi giştî ji vê qutbuna ceyranê bêzar bûne. Weke ronahiya trafikê lê hatiye. Carnan saet 12:00’ê şev ceyranê li ser me qut dikin. Welatî di mala xwe de razayine û zarokên biçûk hene, çima ceyranê li ser welatiyan qut dikin.”

 

 

Burhan Ehmed ev jî got: “Navçeya Derbendîxan bi xwe xwediyê bendave û xwediyê santrala berhem anîna ceyranê ye. Ji bo çi ev welatî ji ber bê ceyraniyê di rewşek ne baş dene?. Bê ceyrantî ew qas bandor li ser welatiyan kiriye ku niha welatî di rewşa teqînê ee ne."

 

Esnafê bi navê Ferman Elî jî li ser heman mijarê wiha got: “Niha Herêma Kurdistanê pileya germayê pir bilinde. Pêwistiya gel bi ceyranê heye û ceyran pêwîst ji bo welatiyan ne hatiye dabînkirin. Ji destpêkê ve desthiladariya Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha nekariye nîva pêwistiyên ceyranê ji bo welatiyan dabîn bike.”

 

 

Ferman Elî axaftina xwe wiha berdewam kir: “Pêwistiyên me di van dikanan de pir bi ceyranê heye. Ji ber me li vir masiyên zindî hene û eger saetek ceyran were birîn wê hemû masiyên zindî bimirin. Ev jî bandorê li ser karê me dike.”

 

Welatiyê ji heman navçeyê yê bi navê Aşna Mehmûd  jî bertekên xwe bi van hevokan anî ziman: "Ew ceyrana ku tê dabîn kirin ne di asta pêwist deye. Jeneretorên ceyranê yên taybet nikarin vê valehiyê dagrin. Piştî 26 salan di ser desthiladariya Kurdî de niha dixwazin dewleta Kurdî avabikin. Lê belê welatî ji ber bê derfetî û kêmiya xizmetguzariyan pir di rewşek xirab dene.”