Bereya Gel û KNK: Êdî dema yekîtiyê ye

71

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Bi armanca sazkirina netewî û amadekarî kirin ji bo lidarxistina kongreya netewî ya Kurd KNK wê di 15-16’ê Tîrmehê de komxebateke netewî li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê lidarbixe. Ev mehek zêdetire ku KNK  di serî de li Başûrê Kurdistanê li giştî parçeyên din yên Kurdistanê û derveyî welat rêze hevdîtin pêktînin. Bi heman armancê îro, li Silêmaniyê serdana Bereya Demokrasiya Gel kir.

 

Şandeya ku ji Alîkarê Hevserokên KNK’ê Tahîr Kemalîzade, Endama Konseya KNK’ê Perwîn Ezîz û endamê KNK’ê Ferhat Doskî pêk tê, ji aliyê şandeya Serokê Eniya Demokrasî û Gel Dr. Mihemed Keyanî jî tê de bû, hatin pêşwazîkirin.

 

Piştî hevdîtina bi saetekê Kemalîzade û Keyanî daxuyaniyeke hevpar a çapemeniyê dan. Keyanî diyar kir ku ew bi serdan û xebata şandeya KNK’ê bextewar in û got: “Ji zû ve ye heyeta KNK’ê ji bo yekîtiyê xebateke mezin dike. Ev xebat ji bo me gelekî bi qîmet e. Em weke, Bereya Gel jî sozê didin ku, em ê piştgiriya vê xebatê bikin. Ji ber ku em jî dizanin ji bo gelê me tişta herî girîng yekîtî ye.”

 

 

Piştî Keyanî, Kemalîzade jî axivî û ji ber piştgiriya Bereyî Gel spasiyên xwe pêşkêş kir û got: “Em dizanin ku ev xebat, xebateke demdirêj e. Hêvîdar im ku em ê yekîtiyê diyarî gelê xwe bikin. Ez bangî her kesî dikim: Êdî dema yekîtiyê ye.”