Rêvebera Goran: YNK siyaseteke du alî dimeşîne

73

 

 

 

RÊZAN MIHEMED / SILÊMANÎ

 

Endama Civata Giştî ya Tevgera Goran Kiwêstan Mihemed di derbarê peywendiyên YNK’ê li gel Tevgera Goran û PDK’ê,  ji ajansa me re axivî û tespîtên girîng di derbarê siyaseta ku YNK’ê dişopîne de kir û diyar kir ku YNK, siyaseteke du alî dimeşîne û wiha pêde çû: “YNK ji bo girseya wê li dijî dernekeve hewl dide dilê Goran xweş bike, di aliyê din de jî ji bo berjewendiyên xwe yên aborî yên li gel PDK’ê biparêze jî dilê PDK’ê xweş dike.”

 

Kiwêstan Mihemed di destpêka axaftina xwede balkêşa ser başkirina rewşa gel û got: “Em weke Goran beriya her tiştî dixwazin rewşa ku gel niha di têde dijî baş bikin. Beriya her tiştî di vê hikûmet mûçeyên karmendan bide û bes taloq bike. Derfetên hikûmetê heye lê, taloqkirina mûçeyan weke cezakirineke qanûnî ya karmendane.”

 

Kiwêstan Mihemed her wisa îşaret bi vekirina parlementoya herêma Kurdistanê jî kir û got: “Divê parlemento bê şert û merc vebe. Em weke Tevgera Goran ti şertek qebûl nakin.”

 

Mihemed têkilarî rojeva referandûma serbixwebûna herêma Kurdistanê jî axivî û diyar kir ku divê lihevkirineke netewî di mijara referandûmê de pêk were û ji hev fêmkirinek di nava partiyan de hebe.  

 

Roja 8’ê Tîrmehê serokê PDK’ê Mesûd Barzanî li gel endamên meclisa bilind a referandûmê ku ji bilî nûnerên Hizba Komeleya Îslamî û Tevgera Goran, nûnerên hemû partiyên Herêma Kurdistanê beşdarê civînê bûbûn, YNK bi awayek fermî nûnerê xwe ne şandibû lê, belê li ser navê Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubat Talebanî û endamê polîtboruya YNK’ê Necmedîn Kerîm li ser navê parêzgeha Kerkûkê beşdarê civînê bûbûn.

 

Heman rojê rêveberiya hevbeş a YNK’ê û Tevgera Goran civiyan û daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê. Di daxuyaniya hevbeş de hate gotin ku divê beriya referandûmê parlemento were çalakkirin.