Rêxistinên Germiyanê ji bo ceyranê hişyarî dan hikûmeta Başûr

55

 

HAWRÊ KIRÊKAR / GERMIYAN

 

Bi hatina werza havînê re pêla germahiyê tevahiya bajarên Başûrê Kurdistanê da ber xwe û her wisa ceyran jî bi hatina havînê re kêm bû. Germiyan jî yek ji herêmeke herî germ ya Başûrê Kurdistanê ye. Li beramber ev germahiya zêde ceyrana herêmê jî di rewşeke zehf xirab de ye. Ji ber vê yekê îro, berê nîvro heft rêxistinên medenî yên herêma Germiyanê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên kêmbûna ceyrana reyîsî (giştî) ya li herêma Germiyanê, li gel rêveberiya ceyrana Germiyanê civiyan û di civînê de hişyarî dan Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ger pirsgirêkên ceyrana giştî çareser nekin û wê xelk dakevin qadan û xwepêşandan lidarbixin.

 

Ji navenda rêxistinên Medenî yên Germiyanê Bêstûn Jaleyî, têkildarî naveroka civînê ji ajansa me Rojnews’ê re axivî û diyar kir ku ev nêzî çend rojin li Germiyanê, ceyrana reyîsî zehf xirab bûye û wiha pêde çû: “Bi hatina demsala havînê re jî ceyran xirabtir bûye. Nebûna ceyrana reyîsî pirsgirêkeke mezin ji bo welatiyan çêdike. Ev jî dibe sedema nerazîbûn mezin bibin.”

 

 

Jaleyî diyar kir ku pileya germahiyê ya Germiyanê 50’î ye û got: “Êdî xelkê Germiyanê hew dikare vê rewşa bê ceyraniyê tehemûl bike. Divê herî kêm %6 ceyrana reyîsî were zêdekirin. Beriya ku xelk ji bo daxwazên esasî yên jiyanê dakevin qadan. Me hişyariyên pêwîst ji rêveberiya ceyranê re ragihand û ew jî diyarkirin ku wê hewl bidin van daxwazên wan pêk bînin.”