Artêşa Iraqê 2 keçên Êzidî rizgarkirin

99

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Odeya Ragihandin  Operasyona Rizgarkirina Mûsilê îro bi daxuyaniyek nivîskî, daxuyakirin ku l herêma El Mîdan ya rojavayê  Mûsilê 2 keçên Êzidî ji aliyê artêşa Iraqê ve hatine rizgarkirin.

 

Artêşa Iraqê duh ragihandibû ku herêma El Mîdan ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye paqijkirin.

 

Di 3'ê Tebaxa 2014'an de dema ku çeteyên DAIŞ'ê êrîşî Şengal û gundewarê wê kirin bi hezaran jin û zarokên Êzidî dîl girtin. Hîn bi sedan di destê çeteyên DAIŞ'ê de mane.