Li Reqayê 9 çete hatin kuştin, 100 sivîl hatin rizgarkirin

92

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Îro ji saetên nîvro û şûn ve şer di navbera şervanan û çeteyan de li taxa Kevin a Reqayê ya aliyê rojhilat ê bajar derket. Di encamê de 4 çete kuştin, yek hawana 120 mm kete destê şervanan, wesayîtekî bombebarkirî hate îmhakirin û balafireke biçûk a keşfê hate xistin. Di encama berxwedaniya li taxê de 2 şervanên QSD`ê  jî şehîd ketin.

 

Li aliyê rojava yê bajêr, li taxa El-Diriyê şer derket. Li vir jî  5 çete ku yek ji wan sekvan bû,  hatin kuştin. Her wiha cenazeyekî çeteyan  tevlî cebilxaneya wî  kete destê şervanan.

 

Her wiha 2 çeteyên ku eslê wan ji Misrê li taxa El-Diriyê dîl hatin girtin.

 

Di heman demê de şervanan li heman taxê gelek mayînên çeteyan bêbandor kirin.

 

Ji aliyekî din ve jî şervanên QSD`ê îro  100 sivîl li taxa El-Diriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.  Lê çeteyên DAIŞ`ê dîsa sivîl kirin armanca xwe û di encamê de 5 ji wan birîndar bûn. Di oxira parastina sivîlan de 2 şervanên QSD`ê birîndar bûn.