Firokeyeke serbazî ya Amerîkayê kete xwarê: 16 kes mirin

88

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 Li Amerîkayê (DYA) firokeya sotemeniyê ya bi tîpa KC-130, ku serbazên deryayî di navê de bûn, kete xwarê. Li gorî agahiyên ku heya niha bidest ketine, 16 serbazên Amerîkî mirine. Têkildarî ketina firokeya serbazî heya niha ti agahî bi dest neketine.

 

Hate gotin ku, enkazê firokeya li derdora bajarokê Leflore ya eyaleta Mîssîssîppî kete xwarê, li herêmeke ji 8 km’yan belav bû. Li herêma balafir lê kete xwarê, bi alîkariya helîkopteran karê lêgerîn û rizgarkirinê destpê kir.