Li Helebce agir bi hinek cihan ket û nehatiye kontrol kirin

64

 

 

 

ROJNEWS/ HELEBCE

 

Şevê din agir bi devera Şêxan ya Rojhilatê Kurdistanê ket û belavî hinek gundên sînor yê Başûrê Kurdistanê bû. Heya nîha bûyer nehatiye kontrol kirin û ekîbên agir vemirandinê jî  li cihê bûyerê hewl didin  rewşê kontrol bikin.

 

Têkildarî bûyerê Berdevkê Navenda Parastina Xwezaya Helebce Zanyar Omer wiha ji ajansa me re axivî: “Derengiya şeva buhrî agir bi devera Şêxan ya Rojhilatê Kurdistanê ket û agir belavî hinek gundên sînor yên Boyîn û Grane bûn. zererek mezin gihiştiye xwezaya herêmê. Niha gelek ekîbên agir vemirandinê hewl didin agir kontrol bikin.”

 

 

Her wiha Zanyar Omer got: “Herçiqas  piştî gelek hewldanan me karî agirê gundê Boyîn kontrol bikin, lê dîsa ji nû de pêket û gurbû. Ji ber asê bûna coxrafiya herêmê, ekîbên me bi zorî digihijin cihê bûyerê û kel û pelên pêwîst nagihije cihên çiyayî. Welatiyên herêmê jî li gel ekîbên me hewl didin di demek herî kurt de agir bixin bin kontrola xwe.”

 

Omer diyar kir ku ji ber derdewamiya agir, zerer û ziyan nehatine zanîn û got: “Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine, agir ji ber gulebaran bi rastî  ya ji aliyên Rojhilatê Kurdistanê ve bi herêmê ketiye.”