DYA: Îran hikûmeteke dijmine

69

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Wezîrê parastinê yê Dewletên Yekbûyên ên Amerikayê (DYA) James Mattis di hevpeyvînek xwe ya li gel rojnameyeke Wanshingtonê de li ser siyaseta rejîma Îranê axivî û diyar kir ku gelê Îranê û rejîma Îranê ne wekhev e.

 

James Mattis xwepêşandanên nerazîbûnê yên di sala 2009'an bibîrxist û diyar kir ku gelek kesên beşdarî xwepêşandanê bûne yan hatin kuştin yanjî rejîm wana avêt zîndanê.

 

Mattis di dirêjiya axaftina xwede îşaret bi vêya jî kir ku pirsgirêka ku tê jiyankirin jêdera xwe ji gelê Îranê nagire, ji rejîma Îranê digire û got: “Yê li hikûmeta Îranêye ku li Pakîstan û Washingtonê gef li balyozên me bixwe.”

 

Wezîrê parastinê yê DYA'yê James Mattis behsa hilbijartinên Îranê yên ne demokratîk kir û got: "Rêberê rejîma Îranê biryar dide ku ka wê kî yanjî kê beşdarî hilbijartinê bibe."

 

James Mattis di berdewam axaftina xwe de behsa rola Îranê ya di nakokî û aloziyên li Rohilata Navîn û bi taybet li Sûriye û Yemenê de jî kir û bîlançoya mûşekekên ku Îranê ji Hizbûllah re şandiye Lubnanê eşkere kir.

 

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mattis diyar kir ku divê bi gelê Îranê bidin bawerkirin ku pisgirêkên wan li gel civaka Îranê nîne û ew ji hikûmetê cûdatir digirin dest.”