‘Îşkencekirin û desteserkirina rojnamegeran navê herêmê qirêj dike’

64

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Navenda Metro ya Parastina Mafê Rojnamegeran têkildarî Îşkencekirin û desteserkirina Rojnameger Îbrahîm Ebas û Helbestvan Ûmêd Ehmed yên li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek nivîskî weşand.

 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Navenda Metro îşkenckirin û desteserkirina çalakvan û rojnamegeran şermezar dike. Em dibêjin ku lêdan û îşkenckirina îbrahîm Ebas û lêpirsînkirn û îşkencekirina Helbestvan Ûmêd Ehmed û yên din nav û dengê Herêma Kurdistanê qirêj dike."

 

Navenda Metro di daxuyaniya xwe de ji serokatiya herêmê û hikûmetê xwest ku demildest biryara lêpirsînê ji bo îşkencekaran û yên rojnameger û nivîskaran desteser dikin û nav û dengê herêmê qirêj dikin derxîne, ne ji bo azadiya xwe îfadekirinê."

 

Hêjayî gotinêye duh êvarî Îbrahîm Ebas li nava bajarê Hewlêrê ji aliyê hêzek çekdar ve hat îşkence kirin. Piştî birîndarkirinê rakirin nexweşxaneya Rizgarî ya bajarê Hewlêrê. Îbrahîm Ebas beriya niha di saziyên ragihandinê yên PDK'ê de kar kiriye. Di destpêka meha Gulanê de jî hatibû girtin û sê rojan li asayîşê hatibû desteserkirin."

 

Her wiha di heman rojê de Helbestvan Ûmêd Ehmed jî ji aliyê hêzên emnî ve hat girtin û piştî çend saetan hat berdan. Ûmêd Ehmed ji Navenda Metro re têkildarî girtina xwe wiha got: "Li Asayîşa Sêtaqan ji ber parvekirinên min yên facebookê ez di lêpirsînêre hatin derbaz kirin. Ji min re gotin tu çi binivîsî binivîse. Lê tu li ser PDK'ê û Barzanî binivîsî emê te bikujin."