Tevgera Azadî: PDK dixwaza li Hewlêrê dengên azad bêdeng bike

82

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê têkildarî binpêkirina mafê rojnameger û bêdengkirina fikrên azad  daxuyaniyek nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Lêdan û gefa kuştinê ya li rojnameger Îbrahîm Ebas tê xwarin, herwiha li Hewlêrê girtina helbestvan Umîd Ehmed îspata hişmendiya desthilatdariya PDK'ê ye ku qet sînorekê nas nake, di warê bêdengkirian dengên azad de."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê ragihand; "Di demekî ku bi serkêşiya PDK'ê serxwebûn û referandûm rojeve, di nava 24 saetan de rojnamegerek û helbestvanek ji ber rexnekirinê rastî astengiyên hêzên asayîşa PDK'ê tên. Bi rengekî ne mirovî û dûr li ehlaqî tên girtin û piştre tên êşkencekirin. Diyare PDK'ê ev kiryar xistine proje û bernameya wê serxwebûna ku reklamê jê re dike. Dixwaze civakî dûr li dengê azad û wêrek biafirîne. Dixwaze li gorî daxwaza xwe pêşeroja vî gelî eşkere bike."

 

Di daxuyaniya Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê herî dawî wiha tê gotin; "Tevgera Azadî ya  Civaka  Kurdistanê van kiryarên PDK'ê yên bêdengkirina dengê azad û astengkirina rexnekirina desthilatdariyê bi tundî şermezar dike. Daxwazê ji pênûsên azad dikin ku hîn zêdetir rûyê wê desthilatdariyê nîşanî cîhanê bidin. Da ku êdî desthilat cesaret neke, dengên azad bêdeng bikin."

 

Li Hewlêrê şevê din 5 kesan êrîşî Rojnameger Îbrahîm Ebas kirin. Piştre ji aliyê gel ve hat rizgarkirin û şandin nexweşxaneyê. Herwiha gefên kuştinê jî li helbestvan Umîd Ehmed kirin. Ji ber ku desthilatdariya Başûrê Kurdistanê rexne kirin.