Agirê li Helebce hîn nehatiye kontrolkirin

80

 

 

 

CÎHAD HEWRAMÎ / HELEBCE

 

Şevê din agir bi devera Şêxan ya Rojhilatê Kurdistanê ket û belavî hinek gundên sînor ya Helebce bû. Heya niha agir nehatiye kontrol kirin û ekîbên agirkujiyê jî hewl didin  rewşê kontrol bikin.

 

 

Berdevkê Navenda Parastina Xwezaya Helebce Zanyar Omer diyar kir ku ji ber baya zêde kontrolkirina agir zehmete wiha got; "Heya niha çend caran agir hatiye kontrolkirin lê ji ber baya zêde dîsan ji aliyeke din ve agir pê dikeve. Ji ber agir wê ziyenek mezin bigehe darên wan herêma. Heya niha jî agir berdewama û mixabin heya niha me nekariya kontrol bikin. Agir ziyan gihandiye berhemên gundiyan jî. Ji bo vemirandinê gundî alîkariyê me dikin. Heya niha ziyana canî çênebûye. Tenê ji ber dûkelê reşwa tenduristiya çend karmendan xirab bûye."