Metîn Aslan: Ruhê 14’ê Tîrmehê ji Amedê belavî hemû Tirkiyeyê bûye

85

MAZLÛM AMED /MEXMÛR

 

Şahîdê berxwedana 14’ê Tîrmehê Metîn Aslan di derbarê ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê de û bandora wê  ya di roja me îro de ji ajansa me re axivî. Aslan diyar kir ku ruhê berxwedana 14’ê Tîrmehê ji Amedê belavî hemû Tirkiyeyê bûye û got: "Divê herkes ji berxwedana 14’ê Tîrmehê sûd werbigre. Wê demê dê hemû gel qezenç bike."

 

Hevpeyvîna bi şahîdê berxwedana 14’ê Tîrmehê Metîn Aslan re  wiha ye;

 

Hûn ruhê 14’ê Tîrmehê dikarin çawa pênase bikin?

 

‘Ruhê 14’ê Tîrmehê parastina rûmeta mirovahiyê ye'

 

Dema mirov dibêje ruhê 14’ê Tîrmehê tê wateya parastina nirxê mirovan, hewldana mirovbîyînêye. Ruhê 14’ê Tîrmehê li hemberî talûkeya herî mezin a mirivnê berxwedaniye. Bi rûmetî û berxwedayine. 14’ê Tîrmehê Tevgera parastina mafê mirovahiyê ye. Ruh û berxwedana 14’ê Tîrmehê li dijî bê kesayetiyê, bê îradekirinê, bê rûmetkirinê û bê mirovkirinê rawestîne. Tişta ku general Evren û ekîba xwe li zindana Amedê de dixwestin pêk bînin çibûn?. Dixwestin Kurdan bê kesayet bikin, bê nasname bikin, bê bawerî û bê fikir bihêlin. Bi vî awayî dixwestin bi darê zorê Kurdan bikin Tirk. Wan kesên ku dixwestin gelê Kurd û pêşengên wan teslîm bigirin baş dizanîn ev ne gengaze. Lewra bi êşkenceyên bê sînorku mirov nikare bîne ser ziman û bi hovîtiyê dixwestin tiştên ku dixwazin pêk bînin. Xwestin îradeyê têkoşeran bişkînin, bê îtîbar bikin, teslîm bigirin,  îxanetê li wan bidin kirin, wan bikin sîxur, yanî kurtasî dixwestin ji kesayetiya wan kesayetiyek din bidin avakirin

 

Berxwedana zindana Amedê ruhê 14’ê Tîrmehê ji van hemû êrîşan re bû bersiv. Hemû êrîş bertaraf kir û destûr neda ku ew faşîstane nirxên mirovahiyê, rûmeta gel binpê bikin. Serkeftina 14’ê Tîrmehê ev bû.

 

Bandora 14’ê Tîrmehê di roja me ya îro de di çi astê de ye?

 

Hinek kesan hêjî ruhê 14’ê Tîrmehê fêm nekiriye. Hêjî di ser gelê Kurd û gelên demokratîk de tên.. Tiştê ku Kenan Evren nekarî pêk bîne, niha Erdogan dixwaze pêk bîne. Erdogan jî heman rêbazê bikar tîne. Zilam di êşkenceyê de sînor nasnake. Di mexdûrkirinê re sînor nasnake. Di zilmkirinê de sînor nasnake. Mirovan birçî û bêkar dihêle. Mirovan ji karên wan derdixîne. Kesîmek birçî û bêkar ava dike. Gelo ev mirov wê çawa bijîn, wê çawa xwe bi jiyanê ve girê bidin, wê zarokên van mirovan çi çawanbin. Li gor feraseta wan di malbatekê de tenê kesek ne sûcdare, malbat hemû sûcdare û hemû malbatê ceza dike. Heta kesên ku li gor feraseta wan nefikire hemû sûcdarin û hemû dijmin û terorîstin. Wan digire, ceza dike, qetil dike, di avêje zindanê. Ji derveyî fikrê xwe ti fikrek din qebûl nake û wan wek terorîst dibîne.

 

Erdogan li dijî ruhê 14’ê Tîrmehê şer îlan kir û winda kir

 

Di dema berxwedana 14’ê Tîrmehê de Erdogan her tişt dît. Ferqa Erdogan eve, Erdogan li dijî 14’ê Tîrmehê, 15’ê Tîrmehê pêk anî. Berxwedana ku şoreşgerên me ji bo parastina nasnameya gel, ji bo parastina rûmeta gel û hebûna gel pêk anîbûn, Erdogan jî xwest bi hikumkirin û bi darbeyê dewletê bidest bixe. Armancek pir qirêje. Dixwaze bibe desthilatdar. Dixwaze bibe hikumdar. Dixwaze bibe hêzek hegemon û dewletê bike bin destê xwe. Berxwedana şoreşgeran çine? Li dijî şoreşeke dijber, li djî tevgera teslîm girtinê, li dijî tevgera îxanetkirinê, sekneke parastina rûmeta mirovane. Ev her çiqas pîroz û bi nirx be, ya din jî ewqas qirêj û hovaneye. Di dema  hewldana darbeya 15’ê Tîrmehê de ji bo Erdogan desthilatariyê xwe biparêze û dewletê bidest bixe, 250 mirov kir qûrbanî.  Erdogan ev hewldana darbeye jî di bin kontrola xwe de pêk anî. Ji bo ku dewletê bixe bin kontrola xwe senaryoyek wisa pêş xist.  Dêmekî Erdogan berxwedana 14’ê Tîrmehê ji derve bihistiye. Li dijî wê jî xwest ji bo xwe destanek ya 15’ê Tîrmehê binivîse. Xwest ruhê 14’ê Tîrmehê di sîberê de bihêle, ji holê rake û li şûna wê destana xwe bixe cihê wê.

 

Meha Tîrmehê mehek sîhirlî ye. Di dîroka mirovahiyê de cihek wê yê giring heye. Şoreşa Fransa jî di 14’ê Tîrmehê de teqiya. Berxwedana mezin, rojiya mirinê a 14’ê Tîrmehê ya tevgera azadiya gelê Kurd jî ket rûpela dîrokê. Erdogan jî xwest meha Tîrmehê bikar bîne û dewletê bidest bixe. Ev jî darbeye, ne şoreşe. Ya şoreşgeran pêk anî berxwedanek şoreşgerî bû, ya Erdogan jî kir darbeyek dijberî şoreşê bû. Erdogan darbe pêk anî. Bi dirûşma ‘Mîllî İrade’ hemû  siyasetmedarên kurd xist zindanê. Dest danî ser şaredariyên gel û hevşaredar jî xistin zindanan. Ma ew kesane jî nehatibûn hilbijartin, hem ji sedan 80-90’ê dengan hatibûn hilbijartin. Tu kiyî vîna gel davêjî zindanê, dest datînî liser şaredariyên gel. Ev bi awayek aşkere dizitiye û êrîşeke li hember îradeya gele.

 

Tiştê ku Semîh û Nuriye dijî ruhê 14’ê Tîrmehê ye

 

Tiştên ku 14’ê Tîrmehê girtiye beramberê xwe û bi wê re têdikoşe Erdogan ji bo vana bide jiyankirin, ji bo liser lingan bihêle têdikoşe. Rewşa Semîh û Nûriye li ber çavane. Zêdetirî 120 roje di greva birçîbûnê ne. Jiber bi awayek ne hiqûqî ji kar hatine avêtin dest bi greva birçîbûnê kirine. Ji bo vegerin ser karên xwe ketine greva birçîbûnê. Llê belê ew girtin avêtin zindanê. Niha jî Erdogan dixwaze tiştên ku cûntaciyên 12’ê Îlonê xwestin pêk bînin, pêk bîne. Semîh û Nuriye ruhê 14’ê Tîrmehê dan nîşandan. Her wiha meşa Edaletê jî wiha ye. Dev ji Kiliçdaroglu berdin. Ew tenê kesayeteke. Kesên ku tevlî wê meşê bûn ne ji bo Kiliçdaroglu tevlî bûn. Ew kesan ji bo neheqiyê tevlî meşa edaletê bûn. Ew mirovên ku li wir meşiyan bi ruhê 14’ê Tîrmehê meşiyan. Beramberî çi sekinin? Beramberî zilmê sekinin, ji bo baweriyên xwe meşiyan, ji bo azadiya xwe meşiyan. Kesên ku nedikarîn fikrên xwe bînin ser ziman herikîn vê qadê. Hunermendên ku nedikarîn hunere xwe bikin herikîn vê qadê. Ev meş meşa gelên bindest bûn.

 

Divê ruhê 14’ê Tîrmehê ji vir şûnde çawa bê jiyîn û mirov dikar çawa jê sûd werbigire?

 

Ruhê 14’ê Tîrmehê ji we tiştekê naxwaze, tiştan dide we. Dibêje viya bigirin ji bo we pêwîste. Her wiha dibêje ger hûn bixwazin wekî mirov bimînin, wek Elewî bimînin bigirin, wek demokrat bimînin bigirin.Dibêje ev ruh wê te bide meşandin û wê bi te bide qezençkirin. 14’ê Tîrmehê ji her kesî re vaya dibêje; eger tû mirov bî, li mirovahiya xwe xwedî derkeve, li rûmeta xwe xwedî derkeve, li kesayetiya xwe xwedî derkeve, li îrade û azadita xwe xwedî derkeve. Tu vana nikarî ji bazaran bigirî. Tiştên ku 14’ê Tîrmehê bide te ev tiştin. Ji bo vê yeke divê tu jî ked bidî, têkoşîn bidî û şer bikî.  Tiştên ku di ber de ked neyên dayîn bê wateye. Benda derve neminin, bixwe têkoşînê bikin û azadiya xwe bixwe bidest bixin. Nebêjin wê hêzên derve mûdaxale bikin wê me ji vê belayê rizgar bikin. Nebêjin wê artêş mûdaxale bike me ji vê belayê rizgar bike. Ev ne rastin, heta tu bixwe tênekoşî, tu tema azadiyê nagirî. Ger hêzên derve an hûndirîn mûdaxeleyî vê desthilatdariyê bikin, wê sibe dîsa heman pirsgirêk derkeve. Ger tu bi xwe vê  desthilatdarê hilneweşînî wê demê tuyê tu car  azad nebî. Ruhê 14’ê Tîrmehê berxwedanî da fêr kirin. Rêya jiyana rast nîşan da. Berxwedanî çawa tê kirin da nîşandan. Divê li gorî wê tevbiger were kirin. Bi ruhê 14’ê Tîrmehê têbikoşîn kirin, dê  serkeftin pêkan be.