‘Em rê nadin ti dagirkeriyekê ku  xwe li ser Sûriyê bide ferz kirin’

109

 

 

 

 

ŞEMAL HESEN/ REQA

 

Pêşketin û rizgarkirina Hêzên Sûriya Demokratîk ya ji bo Reqayê berdewam dike. Di vê çarçoveyê de li rexmê ku çeteyên DAIŞ’ê welatiyên sivîl weke mertal bikartîne jî bi deh hezaran sivîl hatine rizgar kirin. Li rexmê hemû astengiyên hêzên derve jî pêngava rizgarkirina Reqayê bi hemû lez û dijwariya xwe berdewam dike.

 

Têkildarî wê Fermandarê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Agir Kobanê ji ajansa me re axivî û wiha got: “Şervanên me bi moralek  bilind pêşve diçin. Ji sedê 80’ê aliyê rojava hatiye rizgar kirin. Di demek nizîk de emê bajar ji giştî çeteyan paqij bikin.”

 

Agir Kobanê balkişand ser  rizgarkirina welatiyên sivîl yên li rojavayê Reqayê û got: “Em dikarin di demek kurt de hemû bajarê Reqa rizgar bikin. Lê çeteyên DAIŞ’ê welatiyên sivîl weke mertal ji bo asteng kirina pêşketinên me bikar tîne. Ji ber parastina sivîlên ku di nav bajar de mane, hêzên me bi baldarî pêşve diçin.”

 

Kobanî di dewama axaftina xwe de îşaret bi lewazbûna çeteyên DAIŞ’ê jî kir û wiha domand: “Hêza parastinê ya çeteyên DAIŞ’ê ne maye. Di heftiyekê de nêzî 20 çeteyên DAIŞ’ê xwe radest kirine. Ewên ku mane jî gef li welatiyên sivîl dixwin û ji wan re dibêjin ‘yan divê hun xwe bi hêzên QSD’ê ve bi teqînin, yan emê we bikujin’.”

 

 Agir Kobanê destnîşan kir ku çeteyan gelek mayîn çandine û wiha pêdeçû: “Hemû rê û pir hatine teqandin. Em naxwazin Reqa bi giştî wêran bibe. Em di xwazin mal û mulkên welatiyan bi awayek parastî rizgar bikin, ne wek bajarek wêran bûyî rizgar bikin.”

 

Agir Kobanê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Hêzên Sûriya Demokratîk, hêza hemû gelên Sûryê ne. Em îro li Reqa ne. Eger sibe pêwîste bike, emê biçin her cihek Sûriyê. Em xizmetkarê gelin. Em rê nadin ti dagirkeriyekê ku xwe li ser Sûriye bide ferz kirin. Êdî Sûriya pêşerojê dibe Sûriyek demokrat.”