Ranyeyî bi daxuyaniyekî piştgirî dan Efrînê

67

 

MIHEMED HESEN  / RANYE

 

Îro di saet 10:00’an de li baxê giştî yê navçeya Ranyeyê xwepêşandaneke piştgiriyê ya ji bo Kantona Efrînê ku dewleta Tirk hewl dide dagir bike, pêkhat. Hemû beşên civakê, rêxistinên medenî, çalakvanên siyasî beşdarê çalakiyê bûn û daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê û hate gotin ku hêzên navdewletî çavê xwe ji van hewldanên dagirkirina Efrînê digirin.

 

Di daxuyaniyê de têgotin ku dewleta Tirk her timî Efrînê dide ber topan û wiha pêde diçe: “ Ev demeke dewleta Tirk ji bo Efrînê dagir bike di nava hewldaneke piştgirî girtinê de ye. Heya niha gelek caran Efrînê daye ber topan. Lê, bi eşkereyî ti êrîşek ji derveyî xwasteka Rûsya û Amerîkayê pêk ne aniye. Ji lewma em weke beşek lêkolîner, mamosteyên olî, rojnameger, mamosteyên zanîngehê bê helwestiya Rusya û Amerîkayê ya di mijara hewldanên dagirkirina Efrînê de şermezar dikin û daxwaza me ewe ku herdu dewlet di demeke zûde helwesta xwe eşkere bike.”

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku divê Rojava ji êrîşên Tirkiyê û çeteyên wî were parastin û wiha hate gotin; “Em daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û tevahî rêxistinên navnetewî dikin ku ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê rolê xwe bilîzin.”

 

Ji destpêka serhildana şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve dewleta Tirk bê ti sedemek kantona Efrînê topbaran dike û bi şêweyên cûda cûda êrîş dike. Di van demên dawiyê de jî hewl dide bi giştî di bejahî re kantona Efrînê dagir bike.