Ednan Reşîdî hat berdan

63

 

 

 

HAWKAR MISTEFA/ PÊNCIWÊN

 

Îro li dadgeha Pênciwên ya ser bi dadgeha Silêmanî ve dadgeh kirina  Çalakvanê Rojhilatê Kurdistanê Ednan Reşîdî pêkhat. Ji ber nebûna ti sucek li ser Ednan Reşîdî, îro piştî nîvro bi biryara dadger hat berdan.

 

Îro şandek ya çalakvanên sivîl û siyasî tevlî dadgeha Ednan Reşîdî bibûn.

 

Endamê Desteya Rêveber a Tevgera Azadî Bêrîvan Mihemed ku tevlî dadgehê bibû wiha ji ajansa me re axivî: “Ji bo piştgiriya Ednan Reşîdî me wek erkê ser milê xwe dît ku  em tevlî vê dadgehê bibin. Piştî ku li Silêmanî ji bo wî çalakî hat lidarxistin, ev dadgeh pêkhat.  Ji ber wê jî ev çend roje ketibû greva birçîbûnê.”

 

 

Her wiha Bêrîvan Mihemed got: “Ti sucek diyar li ser Ednan Reşîdî nehat dîtin ku di girtîgehê de bi mîne. Ji ber wê îro dadger biryara berdanê da.

 

Îro berî biryara dadger, Cigirê Rêveberê Projeya Penaberan li Dezgeha CDO Mîr Cemal jî wiha gotibû: “Me parêzerên xwe şand  Pênciwên. Ji ber wê emê bi alîkariya  saziya UNHCR’ê  li gorî yasayê hewldanên xwe bidin. Eger dosya yasayî be  û bê suc be, emê heya dawî bê sucbûna wî bidin îspat kirin û hewl bidin wî azad bikin.”

 

 

Hêjayî gotinêye ku duh li Silêmanî gelek çalakvanên siyasî û mafê mirovan ji bo azadkirina Ednan Reşîdî dest bi çalakiyê kiribûn û îro jî şandek  ji bo şopandina dozêçûbû Pênciwên.

 

Roja 3’ê Tîrmehê Endamê Rêxistina Mafê Mirov yê Kurdistanê Ednan Reşîdî  ku ji Merîwanê ye, ji aliyê asayîşa Pênciwêna ser bi Silêmanî  ve hatibû girtin.