Ji ber ku daxuyanî da 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn

55

 

 

ELÎ QADIR/ SILÊMANÎ

 

Polîsê bi navê Milazim Feramoş ji ber ku ji dezgehên ragihandinê re axivî, Dadgeha Leşkerî ya Silêmaniyê di rûniştina 6'emîn de  6 meh cezayê girtîgehê lê birî.

 

Têkildarî mijarê Parêzerê Milazim Feramoş, Rêbwar Wirya   ji ajansa me re ragihand ku ji ger axaftinên li dijî gendelî û  birîna  mûçe û debara gel, Milazim Feramoş hat girtin.

 

 Her wiha Rêbwar Wirya got: “Ji ber ku Milazim bi cil û bergên leşkerî ve daxuyanî daye û hinek berpirên hizbî û hikûmetê rexne kiriye, piştî pêkhatina rûniştina 6. Dadgeha Leşkerî ya Silêmanî 6 mehe cezayê girtîgehê da Milazim Feramoş.”

 

Di dawî de Parêzger Rêbaz Wirya wiha got: “Me wek parêzer hewldan ku wê dozê bi encam bikin. Lê pişt re dadgehê biryara 6 meh cezayê girtîgehê da.” 

 

Piştî ku pêla  nerazîbûnan li Herêma Kurdistanê li dijî sîstema rêveberiyê belav bû, beşek ji hêzên navxweyî ji beşdarî çalakiyan bûn. Di xwepêşandanekî li dijî bêmafî û birîna mûçe û debara gel ya ji aliyê hikûmeta Herêmê ve, Milazim Feramoş jî weke polîsekê bi cil û bergên xwe yên leşkerî daxuyaniyek çapemeniyê dabû. Ji ber wê jî îro rastî 6 meh cezayê girtîgehê hat.