Ji YNK’ê û PDK’ê bazara serokatiya herêmê û referandûmê

76

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li gorî dosyayeke di Heftenameya Ajans’ê de hatiye weşandin YNK û PDK têkildarî referandûm, hilbijartin û serokatiya Herêma Kurdistanê li ser projeyeke nû dixebitin û di vê mijarê de hindek bazaran dikin û şert didin pêş hev.

 

Li gorî dosyayê, piştî civîna polîtburoya YNK û PDK’ê ku li mala cîgirê serokê PDK’ê Nêçîrvan Barzanî pêkhatibû, Nêçîrvan Barzanî ji şandeya YNK’ê re gotiye; “Bi ihtimalek zêde heye ku em wek PDK carekê din beşdarî hilbijartinên Iraqê nebin. Ji ber piştî referandûmê êdî pêwîst nake ku em beşdarî hilbijartinên Iraqê bibin. Ji lewma em daxwaz ji we dikin ku hun li gel me bin.”

 

Di civînê de nûnerên PDK’ê balkêşane ser wê ku piştî referandûmê hilbijartina parlemento û serokatiya Herêma Kurdistanê were taloq kirin.

 

Di dosyayê de behsa pêşniyar û şertên YNK’ê yên ji bo PDK’ê jî tê kirin û têgotin ku YNK’ê projeyek nû amadekiriye ku di têde ji PDK’ê têxwastin ku biqasî 2 salan referandûmê taloq bikin, hilbijartinên herêmê were kirin û li beramberê vê jî dema serokatiya Herêma Kurdistanê ya Mesud Barzanî were dirêjkirin. Di heman dosyayê de têgotin ku YNK’ê ji PDK’ê xwestiye ku parlemento dibin seorkatiya Tevgera Goran de vebe û xebatên xwe bide meşandin.”

 

Her wiha endamê rêveberiya PDK’ê Selam Ebdula ji Heftenameya Ajans’ê re ragihandiye: “Em wisan dixwazin heya piştî pêkanîna referandûmê Barzanî li ser erka xwe bimîne û serokatiya Herêma Kurdistanê bike. Ev jî ji bo ragihandina serxwebûna Kurdistanê ye.”

 

Selam Ebdula têkildarî hilbijartinê jî diyar kir hilbijartin girêdayî lihevkirina siyasî ya di navbera partiyan de ye û got: “Mijara hilbijartinê dê were nîqaşkirin û wisa biryara wê dê were dayîn.”

 

Hêjayî gotinêye ku ev mijarên ku behsa wan derbas dibin û têgotin ku YNK û PDK li ser wê bazar dikin, hemû mijarên netewîne û girêdayî qanûnin.  Ancax tevî hemû nerazîbûnên gelê herêma Kurdistanê û hêzên siyasî yên din yên herêmê jî ev biryarên netewî û divê bi erêkirina gel û parlementoyê pêk werin, ji aliyê yek du partiyên herêmê ve tê guftûgokirin û biryara wê ya dawî tê dayîn.