Şandeya hikûmeta navendî û hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya

76

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Li Hewlêrê îro Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cigirê wî Qubat Talebanî pêşwaziya şandeya bilind a hikûmeta navendî ya Iraqê kir. Şandeya Hikûmeta Iraqê ji Wezîrê Petrolê Cebar Elî Liêbî, Wezîrê Perwerdê, Wezîrê Çandiniyê, Wezîrê Ceyranê, Wezîrê Daray, Şêwirmendê Wezareta Petrolê û Serokê Dîwana Çavdêriya Darayî pêk di hat.

 

Li gorî malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê di destpêka hevdîtinê de Nêçîrvan Barzanî bi boneya kontrolkirina Mûsilê pîrozbahî li gelê Iraqê kir û wiha gotiye; "Wê hemû alî ji rizgarkirina Mûsilê sûdmend bibin. Divê em hemû alîkar bin ji bo qonaxa piştî DAIŞ'ê, ji bo asayîkirina rewşa welatiyên wê herêmê. Herwiha da ku koçber vegerin warên xwe."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Piştre jî behsa peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Baxda yên piştî qonaxa bi dawî bûna DAIŞ'ê hate kirin. Bi taybet behsa wan herêmên berê hatine dagirkirin û niha pêwîstî bi avakirina wan heye hat kirin. Di vî warî de hikûmeta Herêma Kurdistanê amadebûna xwe nîşan da. Çawan derî ji bo hatina koçberan vekirin, bi heman awayî ji bo vegerandina wan û vejandina jiyanê li wan cihên ku zirar dîtine jî bibe alîkar. Şandeya hikûmeta navendî jî li hemberî amadebûna hikûmeta Herêma Kurdistanê spasiyên xwe pêşkêş kir. Di civînê de herdu aliyan diyarkirin ku ji bo rûpelekî nû ji bo guftûgokirin û çareserkirina pirsgirêkan amadene. Herwiha li ser civînekî hevbeş guftûgo hatin kirin. Bi armanca pêşxistin û çawaniya rêxistina hemahengiya di navbera Bexda û Hewlêrê, di warê petrol û ceryanê de, bi awayekî ku berjewendiya hemû gelên Iraqê were berçavgirtin.”