Kiyanî: Divê Başûr piştgîriya Efrînê bike

73

 

SORAN MIHEMED / KERKÛK

 

Hewldanên dewleta Tirk ya dagirkirina kantona Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê bû sedema nerazîbûneke cidî ya raya giştî ya Kurd.  Berpirsê Desteya Serokatiya Bereya Gel a Demokratîk Dr. Mihemed Kiyanî têkildarî hewldanên dagirkirina Efrînê ji ajansa me re axivî û got: “Tirkiye bêy agahî û erêkirina xwe naxwaze Kurd bibin xwedî statû û got: “Tirkiye dixwaze bi êrîşkirina ser Efrînê re operasyona rizgarkirina Reqayê bide sekinandin û têkçûna DAIŞ’ê ya li Suriyê têk bibe. Ji ber ku eger DAIŞ  têk biçe wê demê ti rola Tirkiyê di Suriyê de namîne. Lê belê pîlanên Tirkiyê binketin û xeyalên wan yên li Efrînê  têkçûn.”

 

Dr. Mihemed Kîyanî ji gelê Başûr û hêzên siyasî yên Başûr xwest ku piştgiriya Efrînê bikin û wiha pêde çû: “Nabe ku Başûrê Kurdistanê pişta xwe bide Efrînê. Ger Başûrê Kurdistane dixwaze bihêz bibe ev bi hebûna artêşa Tirk ya li Kurdistanê pêk nayê û eger bixwaze Kurdistanê biparêze jî ev bi serbazên Tirk nabe. Pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurd wê Kurdan bihêz bike.

 

Dr. Mihemed Kiyanî got ku divê Başûrê Kurdistanê ne astengiyan ji Rojava re çêbike, berovajiyê wê divê piştgiriya wê bike û alîkariyên ji bo Rojava tên jî asteng neke.