Li Şengalê êrîşên li ser Efrîn û tecrîda li ser Ocalan hat şermezar kirin

97

 

 

TÎRÊJ ŞINGAL/SALIM ÊZIDÎ /ROJNEWS

 

Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê îro Şehîdgeha Ş. Berxwedan û Ş. Dilgeş a li Şengalê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û azadiya wî civînek lidarxist. Di daxuyaniya piştî civînê de bang li qada navnetewî hat kirin ku li hemberî tecrîdê bêdeng nemînin.

 

Civînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna rizgariya gelê Kurdistanê destpê kir. Piştre jî endama Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Serhildan Şengalî  axivî û wiha got: “Rêber Apo 19 salin di zindanê de ye û ev bûye nêzî du salan tecrîdek giran li ser tê meşandin. Nahêlin kes biçe ziyereta wî, ev bû nêzî du salan em tu agahiyan ji Rêberê xwe nizanin. Rêber Apo ne tenê rêberê kurda ne, rêberê hemû azadîxwaza ye û yên ji bo azadiyê têdikoşin, niha li her derê dilsozên fikrên wî, ji bo azadiya Rêber Apo têdikoşin û azadiya wî dxwazin."

 

Şengalî di dawiya axavtina xwe de wiha got: “Çawa ku Rêbe Apo li civaka Êzidî xwedî derket û ew ji fermanê xilas kirin, divê gelê Êzidî jî ji bo azadiya rêberê xwe têbikoşin."

 

Li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Xelîl Salih daxuyaniya nivîskî xwend.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em bang li hemû dewletên navnetewî û saziyên ku mafên mirovan diparêzin dikin û daxwaz dikin ku bi zûtirîn dem bêdengiya xwe bişkên û li hemberî tecrîda girankirî ya li ser rêberê mirovahiyê Birêz  Ocalan bibin xwedî helwest. Bihêlin bila malbata Ocalan biçe serdanê.  Bi fikrên Ocalan şervanan bi hezaran ji komkujiya 3'ê Tebaxa sala 2014'an xilas kirin.  Em dîse bang li hemû mirov û dewletên ku mafê mirovan diparêzin dikin ku bi zûtirîn demê de rêberê me ji zindanê derxin. Civaka Êzidî azadiya rêberê xwe azadiya xwe dibinin."

Di berdewama daxuyaniyê de êrîşên li ser Efrîn û herêma Şehbayê ji hat şermezar kirin û wiha tê ragihandin; "Em êrîşên dewleta Tuirk a dagîrker şermezar dikin, ev tiştekî ne mirovahî ye ku dewleta Tirk dike hember gelên ku li van deveran jiyan dikin. Bi taybet ser kurdan. Bila Tirk baş zanibe cûdahî di navbera Efrîn, Şengal û Kobanê de nîne li kûderê be, emê têde li ber xwe bidin û dijmin têk bibin. Mirovên ku canê xwe li ber me de dan, em jî dê piştgirtiya wan bigirin û canê xwe jî ji bo wan feda bikin."

 

Daxuyanî bi dirûşmeyên weke, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabê” û “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.