Piştî ku Ednan Reşîdî hat berdan greva birçîbûnê bi dawî bû

94

 

 

 

BOTAN GERMIYAN / SILÊMANÎ

 

Piştî ku Endamê Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê Ednan Reşîdî îro piştî 9 rojan hate berdan,  çakaliya gireva birçûnê ya li Silêmaniyê ji bo piştgirina wî hatî destpê kirin, bi daxuyaniyê bi dawî bû. Çalakî duh ji aliyê çalakvanên siyasî û mafê mirovan ve hatibû destpê kirin.

 

Piştî dawî anîna çalakiya gireva birçîbûnê, li ser navê Komîteye Piştgirîkirina Azadiya Ednan Reşîdî, Zagroz Sine daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Welatiyên ji Bakûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji ber zextên li ber xebatên siyasî derbasî Başûrê Kurdistanê dibin, lê mixabin li Başûrê Kurdistanê bi rengekî berçav rastî zilma yasa û desthildariya Başûrê Kurdistanê tê. Peywendiya van kiryaran bi zextên dewlet û hêzên derve ên dagirker ên li Başûrê Kurdistanê ve heye. Bi tayber rewşa Endan Reşîdî ku li Îranê 8 salan di girtîgehê de maye vê yekê têxe li ber çavan. Ednan ji ber gef û zextên rejîma Îranê neçar maye ku berê xwe bide Başûrê Kurdistanê. Lê li vir jî ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê tê girtin. Ev yek ji bo hikûmeta Herêma Kurdistanê lekeyek reşe."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê gotin; "Weke xelkê Rojhilatê Kurdistanê em kêyfxweşbûyîn ku Ednan Reşîdî hat berdan. Bi vê boneyê em spasiya wan sazî û rêxistinên xwedî lêderketin dikin. Em dûbare dikin ku emê dest ji xebat û têkoşîna xwe berdin. Weke gelê Kurd jiyana me jiyanekî siyasî ye. Divê hikûmeta Herêma Kurdistanê jiyana panebaran bi parêze û astengiyên li pêşiya wan rake. Bêrêziya li hemberî panaberan tê kirin dawî lê bê. Li gorî yasaya navnetewî nasname(îkame) ji bo her panaberekê bê dayîn. Yasaya ku dibêje, divê panaber piştgiriya partiyekî siyasî bîne, bê rakirin. "

 

Roja 3’ê Tîrmehê Endamê Rêxistina Mafê Mirov yê Kurdistanê Ednan Reşîdî  ku ji Merîwanê ye, ji aliyê asayîşa Pêncwên a Silêmanî  ve hatibû girtin. Îro bi biryara dadgeha Pêncwên hat berdan.