Rojnamegeran astengiyên li pêşiya rojnamegeran şermezar kirin

81

 

 

SORAN MIHEMED/KERKÛK

 

Li Baxê Giştî yê bajarokê Teqteq a  Koyê vê êvarê di saet 18:00'an de rojnameger û çalakvanên sivîl astengiyên li Hewlêrê li pêşiya azadiya xwe îradekirinê û rojnamegeran  şermezar kirin.

 

Di çalakiyê de çalakvan Ferhand Semed daxuyanî xwend û wiha got; "Li bajarokê Teqteq îro dengê nerazîbûnê yên li dijî astengkirina karê rojnamegeran, azadiya xwe îfadekirin û ramanê, binpêkirina mafê rojnameger û çalakvana bilind dibe. Li Herêma Kurdistanê binpêkirina mafê rojnamegeran ji aliyê desthilata Herêma Kurdistanê ve berdewame. Niha daxwaza serxwebûnê dikin û dibêjin em miletekî zilim li me hatiye kirin. Lê ev desthilat  rojane zilmê li welatî û rojnamegerên xwe dike."

 

'Li Hewlêrê azadiya xwe îradekirinê di astekî metirsîdar deye'

 

 

Semed axaftina xwe wiha domand; "Em îro ji desthilata Hewlêr dagirkirî re dibêjin stop. Ji ber ku li Hewlêrê azadiya xwe îradekirinê di astekî metirsîdar deye. Her kes û rojnamegerekî dengê nerazîbûnê bilind bike, tên bêdeng kirin. Wê welatiyên Teqteq di ti deman de li hemberî desthilatdariyê bêdeng nebe. Niha jî em bêdeng nabîn. Bi taybet em li hemberî bêdengkirina dengên azad bêdeng nabîn. Ji ber vê yekê em îro piştgiriya rojnameger Îbrahîm Ebas û hemû dengên azad ên Hewlêrê dikin."

 

Li Hewlêrê  ji berî du rojan  5 kesan êrîşî Rojnameger Îbrahîm Ebas kirin. Piştre ji aliyê gel ve hat rizgarkirin û şandin nexweşxaneyê.