Tevgera Goran bersiva Mesûd Barzanî da

73

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Serokê Giştî yê PDK'ê Mesûd Baranî di daxuyaniyên xwe yên li Parlamentoya Ewrûpayê de, dabû diyarkirin ku Tevgera Goran hewldaneye li Herêma Kurdistanê darbeyê bike û berpirsê xirabkirina ewlehiya Herêma Kurdistanê jî Tevgera Goran nîşan dabû. Tevgera Goran bi daxuyaniyekê bersiva Barzanî da.

 

Di daxuyaniya Tevgera Goran de wiha tê gotin; "Duh  Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî di bersiva pirsa parlamenterekî Ewpûpa yê li Parlamentoya Yekîtiya Ewrûpa de, gelek axaftinên nerast û tewanbariyên nerewa xist stûyê Tevgera Goran de. Axaftinên Barzanî netenê nerastin, derzeke din xiste nava rêzên gelê Kurdistanê de. Wêneyek kirêt nîşanî dostên me yên li Ewrûpa da. Ji ber vê yekê weke Tevgera Goran, em dixwazîn van rastiyên jêr ji raya giştî re eşkere bikin. Mesûd Barzanî di axaftinên xwe de bêrêzî li hemberî  hêzên pêşmergeyan kir ku bi xwîn û canê xwe xaka Kurdistanê di parêzin. Barzanî dibêje; 'Goran beşdarî şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê nebûye' Ji ber ku Barzanî pêşmergeyan weke çekdar xwe, malbat û partiya xwe dibîne. Berevajî em hêzekî medenî ne. Biryara me ya avakirina hêzekî çekdarî ya hizbî nîne. Me girîngî daye vê yekê ku hêzên çekdarî bibin niştîmanî. Li ser vî bingehî me wezareta pêşmergeyan wergirt."

 

Di berdewama daxuyaniyê de wiha tê destnîşan kirin; "Sindokên dengdanê ji bo wan şahide, Tevgera Goran zêdeyî 25 hezar deng li nava hêzên pêşmerge, hêzên asayîşa navxweyî girt. Gelek ji wan li dijî çeteyên DAIŞ'ê şehîd û birîndar bûne. Ji derveyî vê ji  ber dengdane Tevgera Goran cezayê siyasî dane wan û nanê wan birîne. Di dema şerê DAIŞ'ê de wezîrê pêşmergeyan yê Tevgera Goran bû. Ji ber vê hemû medya Tevgera Goran di dema şer de di xizmeta pêşmergeyan  û şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bû. Barzanî bi xwe parlamento girtiye. Herçend hewarê ji bo palamentoya Ewrûpayê dibe. Li wir jî dixwaze weke xelkê Kurdistanê Ewrûpiyan şaş bike. Karê rojane yê parlamenteran ligel parlamenterên Ewrûpa weke darbe nîşan da. Parlamenterên Ewrûpa baş dizanin ku pêşkêşkirina projeyên yasayî ne darbeye, karekî yasayî û asayî ye. Li gel parlamentoya Ewrûpayê, pênaseya darbeyê, bi hêzên çekdarî pêşîgirtina serokê parlamentoyê û girtina hola civînên parlamentoyê ye. Ev yek ji aliyê çekdarên partiya Barzanî ve hatiye kirin. "

 

Di dawiya daxuyaniya Tevgera Goran de herî dawî wiha tê gotin; "Di 17'ê Sibatê de li Silêmaniyê û navçeyên wê çekdar û berpirsên PDK'ê bûn 10 zarok û ciwanên Kurd şehîd kirin. Xelkê Kurdistnaê û rêxistinên Mafê mirovan ên cîhanê û raporên Wezareta Karê Derve ya Amerîka vê yekê eşkere dikin. Rojnameger tên şehîd kirin, birîndar kirin û heqeret li wan dibe. Ji aliyê PDK'ê ve mamosta, rojnameger, pêşmerge, mela û hunermend tên girtin. Di vê rewşa hestyar ya gelê me têre derbas dibi de, van îdiayan dike. Barzanî dixwaze li ser destê xwe dewleta Kurdî ava bike. Bi şandekê ji bo piştgiriyê çû Parlamentoya Ewrûpayê. Lê li vir gelê me parçe parçe kir. Ji ber vê yekê berpirsê nehiştina baweriya yekrêziya niştîmanî ya di navbera aliyên siyasî Barzanî û hişmendiya wî ye. "