Pêngava Reqayê: 32 çete hatin kuştin,  şer girane

89

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî pevçûnên ku li taxa Rewda qewimîn, li taxên Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê Reqayê û Hîşam Bin Ebdulmelik a dikeve başûr rojhilatê bajêr di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de şerekî dijwar derket.

 

Li van taxan çeteyan bi du wesayîtên bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanan kirin. Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat û li taxa Reqaya Kevin wesayîtekî bombebarkirî beriya bigihêje armanca xwe hat teqandin.

 

Îro di saetên nîvro de jî li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajêr pevçûn rû da. Di encamê de 32 çete hatin kuştin û hejmarek çete jî birîndar bûn. Di berxwedana li vê taxê de, 5 şervan birîndar bûn û 3 şervan jî şehîd bûn.

 

Her wiha li taxa Deriyê ya dikeve rojavayê bajêr jî, sekvanekî çeteyan hat kuştin û 115 sivîl hatin rizgarkirin.