Li Derya Spî bi hezaran koçber hatin rizgar kirin

77

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Yekîneya ewlekariya peravên Îtalyayê Gûardîa Costîera daxuyaniyek da û ragihand ku ji destpêka vê hefteyê ve 4 hezar û 600 koçber ji aliyê Lîbyayê ve hatine rizgar kirin.

 

Di daxuyaniyê de hate gotin ku roja Sêşemê 2 hezar û 700 koçber û duh jî hezar û 100 koçber hatine rizgarkirin.

 

Ji bo bot û keştiyên penaberên ku piraniya wan ji welatên Afrîkayê tên binav nebin û bên rizgarkirin, tevî welatên Ewropayê gelek saziyên alîkariyê yên însanî li Derya Spî operasyonan pêktînin.

 

Ji destpêka îsal ve hejmara koçberên di ser Derya Spî re xwe gihandine welatên Yekîtiya Ewropayê gihîşt 100 hezarî. Herî kêm 2 hezar kes mirin.