Omer Salih: Emê di demek nêzîk de kongreya PADÊ li dar bixin

85

ÎBRAHÎM ÊZIDÎ / ŞENGAL

 

Endamê Desteya Damezrêner ê Partiya Azadî û Demokratîk a Êzidiyan PADÊ Omer Salih, têkildarî damezrandina Partiya wan  û lidarxistina yekemîn kongreya partiya xwe ji ajansa me re axivî û got ku ewê di demek nizîk de kongreya xwe lidarbixin.

 

Omer Salih di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Berî niha TEVDA hebû. Ango Tevgera Azadî û Demokratîk a Êzidiyan hebû. Ew jî di encama  guftûgo û diyalogên di navbera  hêz û aliyên Êzidiyan de hatibû damezrandin û heya niha kar û xebatên xwe berdewam kir. Piştre me di çarçoveya konferansek berfireh de biryara damezrandina PADÊ da. Ji ber ku me xwest hemû civaka me tevlî bibe  û li ser bingeh û taybetmendiya xwe, xwe rêxistin bike. Bi awayek giştî armanca me ya damezirandina partiyê ew bû ku gel xwe rêxistin bike, li ser bingehê îradeyek azad xizmeta xwe bike û berjewendiyên xwe  biparêzin ku carek din rastî ti fermanekê neyên.”

 

Her wiha Omer Salih ev jî got: “Armancek din ya PADÊ ewe ku gel bibe xwedî siyaseta taybet ya xwe û xwe bi rêve bibe. Piştî ku bi awayek fermî hat qebûl kirin, me li gelek gund û herêmên Şengalê navendên xwe  vekirin. Em hewla danasîn û rêxistin kirina gelê xwe didin. Bi hemû awayî hewl didin ku xwe ji bo hilbijartina dema pêş ya Iraqê amade bikin. Di pilansaziya me de heye ku em nûnertiya xwe li Silêmanî, Hewlêr û parçeyên din yên Kurdistanê  vekin.”

 

Salih axaftina xwe wiha domand: “Berî niha li ser navê Êzidiyan partî û rêxistinên cûda hebûn û niha jî bi awayek fizîkî hene. Lê mixabin ew partî û alî, tenê ji  bo berjewendiyên xwe û armanca hinek hêzên din  kar dikin û ji bo gelê me ti xizmetek ne kiriye.”

 

Omer Salih axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Niha amadekariyên partiya me ya ji bo lidarxistina kongreyê  bi dawî bûye û emê di demek nêzîk de  kongreya xwe lidarbixin. Her wiha emê di kongreya xwe de biryara xwe rêveberiya Şengalê bikin biryarek sereke ya kar û xebatên xwe.”