‘Biryardayîna jinê wê bandorê li ser rewşa Kurdistanê bike’

66

 

 

 

RÊZAN MIHEMED/ SILÊMANÎ

 

Têkildarî mijarê Endamê Civata Nîştimanî ya Tevgera Goran Gulistan Seîd ji ajansa me re ragihand ku di nav tevgera Goran de tevlîbûna jinan xwe dispêre kêrhatin, kesayet û asta rewşenbîriya jinan û got ku Ji bo binemal, malbat û eşîran ti hesabek nayê kirin.

 

 Gulistan Seîd ji bo kêmiya tevlîbûna jinan di nav partiyên siyasî de du sedem nîşanda û got: “Bê guman jinan ji bo xwe hinek astengî çêkirine ku tevlî nabin. Ya din jî ewe ku di nav partiyan de baweriyek kêm bi jinan heye. Ev jî pirsgirêkek mezine. Siyaset kirin û hizbayetî ji bo jina Kurd ne bûye çand ku weke erkê xwe bizane. Ji ber ku ew  di xema perwerdeya malbatê de ye. Weke xema xwe nedîtiye ku  biçe navendên biryardana partiyên siyasî.”

 

Li ser pirsa gelo eger jin tevlî biryarên siyasî bibe, wê çi bandorekê li ser rewşa Kurdistanê hebe jî Gulistan Seîd ev bersîv da: “Her karek ku zilam bike, ez û her jinek dikare wî karî bike. Hinek taybetmendiyên jinan yên taybet hene. jin aştîxwaz û arame.  Ev şêwaz dikare  di nav rêveberiya welat û siyasetê de were bicih kirin ku ji bo pêşxistina Kurdistanê û mirovahiyê dibe alîkar.  Ji ber wê telvîbûna hişmendiya jinan  di nav kombûn û şandeyan de girînge.”

 

Gulistan Seîd axaftina xwe wiha domand: “Di hemû bûyerên ku li ser civakê tê de jin qurbaniyê yekeme. Ez weke jinekê dikarim li navenda biryardanê, biryarên bi tendurist bidim. Girînge ku jin tevlîbûna rêveberiya welat û navendên biryardanê, weke erk û mafê xwe bibîne. Ji bo wê jî dibe ku di nav mal, civak û partiyan de rastî astengiyan werin.”

 

Seîd axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê em bi xwe perwerde kirinê wan astengî, kevneşopî û çandê bişkînin û berbi pêşerojek ronî ve biçin. Ji ber ku serkeftina jinê, serxistina civakêye. Her civakek ku jin têde paşketîbe û hatibe paşxistin, ew ne civakek pêşketiye.”