Li Enbarê teqîn: 3 kes hatin kuştin

71

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro li bajarê Kerme ya ser bi parêzgeha Enbarê teqînek xwekujî pêkhat. Di encamê de 3 kes hatin kuştin û şeş kes jî birîndar bûn.

 

Her wiha hate ragihandin ku çeteyên DAIŞ’ê bi cilên leşkerên Iraqê êrîşî navenda Heşdî Eşayîr ya li bajarê  Kerme ya Enbarê kirine.

 

Hêzên Ewlekariya  Iraqê jî çeteyên DAIŞ’ê hedef girtin, yek ji wan bê ku xwe bigihîne navendê hat kuştin. Lê çeteyê din xwe teqand.

 

Di encama teqînê de 3 kes mirin û 6 kesên din jî birîndar bûn. Lê heya niha nehatiye zanîn ewên ku jiyana xwe ji dest dane ji Heşdî Eşayîr bûn yan welatî bûn.