Nûnerên 15 partiyên Rojava ji bo şêwira netewî gihiştin Silêmaniyê

72

DANA OMER / SILÊMANÎ

 

îro danê nîvro şandeya hevbeş ya partî, rewşenbîr û nivîskarên Rojavayê Kurdistanê bi Serokatiya Ebdulkerîm Omer ji bo beşdarî konferansa şêwira netewî bibin gihiştin bajarê Silêmaniyê. Nûnerên kantonên Rojava ji aliyê nûnerên Rojava yên li Herêma Kurdistanê ve hatin pêşwazî kirin.

 

Endamê şandeya Rojava Munîr Şêxe têkildarî mijarê ji ajansa me re wiha got: "Em weke nûnerên beşek ji rewşenbîr, nivîskar û partiyên Rojavayê Kurdistanê hatîn bajarê Silêmaniyê ji bo beşdarî konferansa şêwira netewî bibin. Her wiha du şandeyên me yên din jî di rê de ne. Wê di du rojên dawî de bigehin vir."

 

 

Munîr Şêxe ev jî got: "Ev gava ku Kongreya Netewî ya Kurdistanê ji bo pêk anîna konferansa şêwira netewî avêtî, gaveke pêwîste. Ez hêvî dikim ku yekîtiya netewî jê berhem bide. Ji bo bibe xwedî dezgehekê ku bikare bibe nûnerê gelê Kurd li Cîhanê."

 

Munîr Şêxe xwest hemû aliyên siyasî, rewşenbîr û nivîskar beşdarî konferansa şêwira netewî bibin û got: "Îro salvegera şehadeta Dr. Qasimlo ye. Em wî bi rêzdarî bi bîr tînin. Hêviya min ewe ku hemû partiyan rojhilat beşdar bibin ji bo ku xebata Qasimlo winda nebe."

 

Ev nêzî mehekêye Kongreya Netewî  a Kurdistanê (KNK) ji bo konferansa şêwira netewî dixebite. Bi vê bûneyê serdnaa hemû partiyên her çar parçeyên Kurdistanê  kir. Her wiha bi nivîskar û rewşenbîran re civîya. Ji bo ku tevlî konferansê bibin. Dê konferans 15-16 Tîrmehê yanî roja şemî û yekşemê li salona Telar ya hunerî ya bajarê Silêmaniyê pêk were.