‘Emê bi ruhê 14’ê Tîrmehê tevlî festivala Mazlûm Dogan bibin’

78

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro KCDK-E û NAVDEM’ê bi daxuyaniyên cûda bang li rêxistin, navend, komele û saziyên xwe kir ku tevlî 20.Festîvala Çand û Werzîşa Ciwanan a Mazlûm Dogan  bibin.

 

Di daxuyaniya KCDK-E de wiha hate gotin: “20. Festîvala Mazlûm Dogan a ku were lidarxistin, pêngavek girînge. Divê qonaxa ku êrîşên dewleta Tirk ya li dijî gelê Kurd zêdetir bûye de, rêvebirina festîvala Mazlûm Dogan ji aliyên ciwanên azadîxwaz ve bi wate û nirxe. Tevlîbûna festîvalê tê wateya piştgirîdayîna azadkirina Abdullah Ocalan û destkeftiyên gelê Kurd. Her wiha tevlîbûn, şermezar kirina  êrîşên ser Efrînê ye.”

 

Her wiha KCDK-E diyar kir ku ewê bi ruhê 14’ê Tîrmehê tevlî Festivala Çand û Werzîşa Mazlûm Dogan bibin.

 

Li aliyek din Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Elmanya NAVDEM’ê jî daxuyaniyekê belav kir û wiha got: “Şehîd Mazlûm Dogan di hêla bîrdozî, rewşenbîrî û şoreşgertî  de, di dîroka tevgera azadiya gelê Kurd de yek ji mînakên herî berçav bû. Li ser wî bingehî em bang li hemû ciwanan dikin ku tevlî 20. festîvala Mazlûm Dogan ya bi dirûşma ‘Azad bike’ bibe.”

 

Hêjayî gotinêye ku Festivala Çand û Werzîşê ya Mazlûm Dogan wê di 15’ê Tîrmehê de li bajarê Bilomma yê Belçîkayê bi pêşengtiya ciwanên azad were lidarxistin.