Polîsên Germiyan: Zilamek xwe bi darve kir û mir

86

 

 

 

HAWRÊ KIRÊKAR/ GERMIYAN

 

Îro li gundê Top Esker yê bajarê Qoretû ya girêdayî navçeya Xaneqînê, zilamê bi navê Mewlûd Mecîd yê di sala 1974’an de ji dayîk bûyî, xwe di mala xwe de bi darve kir û jiyana xwe ji dest da.

 

Têkildarî bûyerê, Rêveberê Ragihandina Polîsên Germiyanê Elî Cemal Qedûrî wiha ji ajansa me re axivî: “Cenazeyê wî kesî ji aliyê xizmên wî ve rakirine nexweşxaneya beşa lezgîn ya Şehîd Hejar a Kelarê. Piştre jî ji  bo lêkolînê rakirine saziya tiba edlî.”

 

Her wiha Elî Cemal Qedûrî got: “Li gorî gotinên malbatê, ti pirsgirêkek wî li gel kesekê nebû. Lê berbangê wan dît ku xwe di mala xwe de bi darve kiriye û jiyana xwe ji dest daye.”

 

 Di dawî de Qedûrî destnîşan kir ku malbata wî kesî doz li ser kesê ne vekiriye û polîsan jî dest bi lêkolînê kirine.

 

Hêjayî gotinêye ku bûyerên kuştin û xwekuştinê li Herêma Kurdistanê bi awayek berçav zêde bûye. li gorî bîlançoya Desteya Serbixwe ya Mafê Mirov a Herêma Kurdistanê ji 2’ê Hezîranê heya 2’ê Tîrmehê 27 bûyerên kuştin û xwe kuştinê li Herêma Kurdistanê çêbûne.  Lê piştî belav kirina wê bîlançoyê 13 bûyerên kuştin û xwe kuştinê çêbûne.