‘Li Kerkûkê êrîşên li ser endam û alîgirên me zêde bûne’

78

SORAN MIHEMED / KERKÛK

 

Tevgera Azadî ya Komelga Kurdistanê di derbarê zêdebûna êrîşên li ser endam û alîgirên xwe de li avahiya sereke ya partiya xwe ya bajarê Kerkûkê daxuyaniyek da çapemeniyê.

 

Endamê Desteya Rêveberiya Herêma Kerkûkê yê Tevgera Azadiya Komelgaya Kurdistanê Aso Kerkûkî daxuyaniya çapemeniyê xwend.

 

Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di demek ku nêzîkatiyek erênî ji bo kongreya netewî  ya Kurd çêbûyî de, mixabin komploge ketine nava hinek partiyên Başûr. Dixwazin bi rêya hinek kesên berjewendîparêz û çeteyan, başûrê Kurdistanê bi giştî û bi taybet bajarê Kerkûkê tevlî hev bikin. Her wiha dixwazin li pêşiya kongreya netewî ya Kurd bibin asteng."

 

Di berdewama daxuyaniyê de ev jî hat gotin: "Em weke Tevgera Azadî ya Komelgaya Kurdistanê gelê xwe agehdar dikin. Di metirsiya komployên ku ji aliyê dewletên dagirker ve hatine çêkirin de ne. Bi rêya kesên ku bi kirê digirin bi awayek hovane û li dijî exlaqê mafê mirovan êrîşî endam û alîgirên tevgera me dikin."

 

Daxuyaniya Tevgera Azadî wiha berdewam kir: "Armanca van komployan bê bandorkirina tevgera azadîxwaziya gelê meye. Ji ber wê em weke Tevgera Azadî van êrîşan şermezar dikin  û di despêkê dezgehên emnî yên Kerkûkê û hemû dezgehên emnî berpirsyarê her êrîşekê li ser endam û alîgirên me dibînin."

 

Tevgera Azadî ya Komelga Kurdistanê di dawiya daxuyaniya xwe de jî wiha got: "Dîmenên wan êrîşna weke belge li gel me hene. Ger rêveberiya Kerkûkê li ser van êrîşan zelalkirinek pêwîst neke emê van dimenan bilav bikin."