YNK daxwaza pêkanîna hevpeymaniya li gel Goran dike

71

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro koma YNK’ê li Parlamentoya Herêma Kurdistanê kombûna xwe ya asayî  pêkanî û piştre daxuyaniyek  da.

 

YNK’ê di daxuyaniya  xwe de got ku ewê girêdayî benda 1 ya madeya 16 a lihevkirina di navbera YNK û Goran de  bin.  

 

Her wiha YNK’ê got: “Koma me amadeye ku her dîrokekê ji bo rêveberiya hevbeş diyar bike. Raste rast, civîna amadekariya ji bo ragihandina hevpeymaniyê, bi pratîkî û bicih anîna wan biryaran destpê dike.”

 

YNK’ê di dawî de ev tişt got: “Koma YNK’ê daxwaz dike ku  rêveberiya hevbeş ji bo ragihandina hevpeymaniyê  dîrokek diyar bike. Bi taybet damezrandina wê hevpeymaniyê gelek gav derbas kirine û karnameya wê jî hatiye amade kirin.”