Îran: Emê zererek mezin bidin Amerîkayê

70

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Îro Berdevkê Hêzên Çekdarên Îranê Mesûd Cezayîrî bersiva axaftinên Wezîrê Parastina Amerîka James Mattis daû diyar kir ku James Mattis gotiye ku hikûmetek qirêj ya Îranê heye û pêwiste ji bo têkbirina wê jî ewê hemû hewldanan bidin.

 

Her wiha Mesûd Cezayîrî got:  “Xewn û xiyalê Amerîka ya ruxandina hikûmeta komara Îslamiya Îranê ye cihê pê ketînê ye. Ji aliyê me ve ti qîmetê wan nîne û ti nerazîbûnên me jî nîne ku Amerîka xwe tiştên wisan ve mijûl dike.”

 

Cezayîrî destnîşan kir ku bernameyek wan heye ku zererek mezin bidin Amerîkayê û got: “Bila Wezîrê Parastina Amerîkayê li karê welatê xwe temaşe bike. Ev jî wîre baştire ku xwe tevlî nava rêveberiya welatên din bike.”