Şervanên QSD’ê hewldana çeteyan têk bir

77

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

Çeteyên DAIŞ′ê hewl dan bi awayekî veşartî derbasî taxa Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê bajar a rizgarkirî bibin. Ev hewldan ji aliyê şervanên QSD′ê ve hat têkbirin û taxê peçûnên dijwar rû dan. Di encamê de çeteyan derbeyên giran xwarin.

 

Li eniya rojavayê bajêr jî li taxên Deriye û Berîdê yên rizgarkirî, xebatên paqijkirina ji mayînan didomin. Her wiha sekvanên çeteyan ên li ser avahiyan ku sivîlên ji aliyê şervanên QSD′ê ve têne rizgarkirin hedef digirin, ji aliyê şervanan ve têne hedefgirtin.

 

Her wiha li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê Reqayê jî, tuneleke mezin a çeteyan hat dîtin û herêm ji mayînên çeteyan tê paqijkirin.