Pêngava Reqayê: 18 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin

96

 

 

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

Ji şevê din ve li eniyên rojhilat û rojavayê Reqayê pevçûnên demkurt rû didin û hemû êrîşên çeteyan ji aliyê şervanên QSD′ê ve hatin şikandin.

 

Li taxa Reqaya Kevin a dikeve rojhilatê bajêr şerekî dijwar di navbera şervanên QSD′ê û çeteyên DAIŞ′ê de rû da û heta saetên sibehê dom kir. Di encamê de 8 çete hatin kuştin, hejmarek çete birîndar bûn û wesayîtekî  bombebarkirî hat rûxandin. Her wiha hewldana çeteyan a derbasbûna taxê ji aliyê şervanan ve hat têkbirin û miqdarek çek û cebilxane ketin destê şervanan.

 

Li taxa Rewda ya dikeve bakur rojhilatê bajêr jî, şer derket û 3 çeteyên DAIŞ′ê (yek jî sekvan) hatin kuştin.

 

Li taxa Hîşan Bin Ebdulmelik jî ya dikeve başûr rojhilatê bajêr jî çeteyan hewl dan bi wesayîtekî bomebarkirî êrîşî noqteyên şervanan bikin. Êrîş rastî bersivdayîna şervanan hat, 7 çete hatin kuştin û wesayîtekî  leşkerî ya çeteyan hat rûxandin.

 

Li eniya rojavayê bajêr jî şervanan li taxa Qadisiyê ya azad balafireke keşfê ya çeteyan xistin. Her wiha şervanan li taxên Deriye, Berîd û Qadisiye xebatên paqijkirinê dane destpêkirin, hejmareke mezin ji mayînên çeteyan bêbandor kirin û miqdarek cebilxane dîtin.

 

Her wiha li eniya paş jî çeteyên DAIŞ′ê êrîşî noqteyên şervanan dikin, da zexta li ser çeteyên ku di navenda bajar de hatine dorpêçkirin, sivik bikin. Di vê çarçoveyê de çeteyan li gundewarên başûr rojhilatê Reqayê bi wesayîtekî bombebarkirî êrîşî noqteyên şervanan kirin. Wesayît  beriya bigihêje armanca xwe ji aliyê şervanan ve hat teqandin.

 

Şervanan li taxa Reqaya Kevin 6 sivîl, li taxên Teyar û Deriye jî 15 sivîl rizgar kirin.

 

Çavkanî ANHA