28 salin bi tena serê xwe têkoşîna jiyanê dide

90

SALIM EMO-EZÎZ ÎZMET / ŞENGAŞ

 

Dayika Êzidî ya bi navê Baran Eliyas ku li bajaroka Xanesorê ev 28 salin bi tana serê xwe têkoşîna jiyanê dide.

 

Baran Eliyas anî ziman ku ew bi tenê jiyana xwe bi rêve dibe û got: "Di serdema şerê Îran û Iraqê hevjînê min bi darê zorê birin şer. Hevjînê  min di şer de hat kuştin. Ez li gel çar  keçên xwe bi tenê mam û me bi zehmetî jiyana xwe berdewam kir."

 

 

Baran Eliyas diyar kir ku bi kurên wê nebûn û keçên wê jî di temenek biçûk de zewicîne û ew bi tenê maye û got: "Ev  nêzî 30 salin ez bi tenê jiyan dikim. Heta niha alîkarî ji tu kesî negehiştine min. Ez jiyana xwe bi zehmetî derbas dikim.’’

 

Dayîka Êzidî Baram Eliyas di axaftina xwe de behsa  êrîşên çeteyên DAIŞ'ê ya  li ser Şengalê jî kir û got: " Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kirin ez koçberî Başur bum. Beriya ku ez koçber bibim ez tenê dijiyam. Ez salekê li hBaşûr ma û min gelek zehmetî dîtin.  Jiyan weke zindanê derbaz bû. 27 salên tenêtiya min ne weke wê sala ku ez li Başûr mayî bûm. Ew sal gelek zehmet bû. Piştre Şengal hate rizgar kirin û rê hate vekirin. Min berê xwe da Şengalê. Ez dîsa tenê bûm lê ji ber axa min bû sebra min bêhtir dihat. Min ji xwere du bizin xwedî kirin da sebra min bi wan were. Min şîr û mastê wan jî carna ji xwere radikir carna jî dida cîranan."

 

 

Baran Eliyas anî ziman ku Birayê wê xwestiye wê bibe welatek din yê dûr, lê wê nexwestiye ji axa xwe dûr bikeve û got: "Min jiyana xwe hemû li Şengalê derbas kirye. Şengal mala mine. Şengala ku ez mezin kirî ji bo min ji her derî xweştire."

 

Dayika  Êzidî Baran Eliyas  di dawiya axaftina xwe de jî ev bang kir: "Ez dixwazim gelê me yên ku li derveyî welat jî werin Şengalê. Em carek din li ser axa xwe ya Xanesorê bi hevre jiyana xwe li ser axa bab û kalên xwe  berdewam bikin. Ez di vî temenî de çawan dikarim bijim, ew jî dikarin bijîn. Ez li ser vê axê keyfxweşim ji ber ku ev ax kula dilê min hênik dike."