Karayilan: Şoreşa me şoreşa Rojhilata Navîne

97

 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 Fermandarê Biryargeha Navendî a Parastina Gel Mûrat Karayilan, bi rêya bêtêlê ji şervanên Hêzên Parastina Gel re axivî.

 

Karayilan di axaftina xwe ya bi boneya 14'ê Tîrmehê de bal kişand ser girîngiya ruhê berxwedana 14'ê Tîrmehê û destnîşan kir ku bi pêşengiyeke rast a îdeolojîk û leşkerî ew ê serketinê misoger bikin.

 

Karayilan di destpêka axaftina xwe de, bi boneya 35. salvegera Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê, pêşengên vê berxwedanê Xeyrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir ku ew soza xwe ya daye wan dubare dike.

 

‘Tekoşîna me li ser bingehê ruhê 14’ê Tîrmehê pêş dikeve’

 

Karayilan li ser 14'ê Tîrmehê ev nirxandin kir: "14'ê Tîrmehê ruheke, terzeke. Îradebûna Apogeriyê ye. Têkoşîna me ji wê çaxê heya niha bi vî ruhî pêş ketiye û gihiştiye roja îro. Çalakiya 14'ê Tîrmehê ji bo me tenê ne çalakiyeke li hemberî zilm û zordariya dijmin serî rakirine, heman demê rêbazeke. Terzê fedaîtiya Apogeriyê ye. Terz û ruhê bi derfetên pir kêm, bi îradeya însan afirandina serkeftinêye. Îro têkoşîna me li ser vî terzî berdewam dike. Bi taybetî di berxwedana bajaran de me dît ku di şexsê Çiyageran, Xebatkaran, Zeryanan, Axînan, Çeko û Îslaman de vî ruhî xwe çawa da axaftin, çawa berxwedaneke destanî ava kir. Careke din di şexsê Zinaran, Dogayan, Çekdaran, Şiyaran, Firatan û Andokan de ev ruh çawa dikare encam bigire û bi ser bikeve diyar bû. Li her çar parçeyên Kurdistanê, li her aliyê welatê me, îro bi ser dikeve, di saha cengê de encam digire ruhê Apogerî ye ango ruhê 14'ê Tîrmehê ye."

 

'Hêza dewleta Tirk a êrîşî efrînê bike nîne’

 

 Karayilan anî ziman ku têkoşîna wan li ser esasê vî ruhê bi pêş dikeve û wiha dewam kir: "Di roja îro de ketiye qonaxeke pir girîng. Desthilata AKP-MHP'ê li hemberî têkoşîna me di serî de li Îmralî, li tevahî Bakurê Kurdistanê, li Rojavayê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê ev du sal in şerekî pêş dixe, êrîşekê pêş dixe. Li hemberî van êrîşên dijmin berxwedana Rêber APO û ya tevahî hevalên me dijmin bin xistiye. Encama derketî holê, vê eşkere raber dike. Dewleta Tirkiyê di pêşengiya AKP-MHP'ê de ji bo ku pêşî li Şoreşa Rojava bigire û beşdarî Operasyona Reqayê bibe, her tiştê xwe xist bazarê. Lê bes li bin ket. Ango binketina wan tenê ne di warê leşkerî de ye, bi esasî dagirkeriya Tirkiyê di warê îdeolojîk, siyasî, dîplomatîk, leşkerî û çandî de bin ketiye."

 

‘Eger Tirkiye biçe Efrînê, wê Kobaniya duyemîn bê jiyîn’

 

Karayilan balkişand ser gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê û got: "Niha ji bo dagirkirina Efrînê gefan dixwe. Ev ji bo Tirkan ne karekî hêsane û nikare vê bike. Eger here Efrînê, wê Kobaniya duyemîn bê jiyîn. Ya duyemîn, hewldanên wan piranî wekî gefin. Ew hêza wê ya wisa tuneye. Dinêre ku hemû derî lê hatine girtin û teng bûye, ji bo ji xwe re cih ava bike û qîmeta xwe çêbike gefên wisa dixe rojevê. Bê guman cardin divê şoreşgerên Efrînê xwe bi her awayî amade bikin. Lê axaftinên dewleta Tirk bi esasî bêhtirê xwe gef in. Lê ji bo gefan be jî, dikare êrîş bike, bi taybetî ji bo herêma Şehbayê. Jixwe li ser herêma Şehbayê niha şerekî bi çekên giran heye, li Efrînê jî şerekî bi topan heye. Lê belê ew dixwazin tiştên der dayîn, vexwin. Ew dixwazin tiştên winda kirine, paşde vegerînin. Ev jî êdî ne gengaze." 

 

‘Di mehên dawî de binketina dijmin îspat bûye’

 

Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir ku dewleta Tirk her wiha dixwest li Başûrê Kurdistanê şerekî navxweyî derxîne û wiha domand: "Armanca wan, hedefa wan ev bû. Di vê armanca xwe de bi ser neketin, bin ketine. Li Bakurê Kurdistanê, di serî de li Îmraliyê bi şêwazekî ku di dinyayê de qet nimûneya xwe tuneye, polîtîkayeke êşkenceya psîkolojîk û îzolasyon pêş xistin. Armanca wan, Rêber APO ji gel qut bikin, ji tevgerê qut bikin û wisa bi zext, zilm û qirkirinê bikarin biçin encamê. Vaye herî dawî di referandûmê de helwesta gelê me derket holê. Sekina tevgera me bi giştî û sekina gerîla jî li ber çavane. Hemû heval dizanin, bi taybetî piştî mehên Adar û Nîsanê ku hinek windahiyên me çêbûn, şer çêbû, berxwedan çêbû, van du mehên dawiyê pêşveçûnên li Bakurê Kurdistanê û Herêmên Parastina Medya vê heqîqetê îspat dikin. Çi îspat dikin? Dijmin bin ketiye, encam negirtiye."

 

'Operasyonên dijmin bê encam man û derbe xwarin'

 

Li ser çalakiyên bi bandor ên hêzên gerîla jî Karayilan ev gotin kir:  "Berî demekê  peyama Fermandariyê ya ji bo eyaleta Zapê hat xwendin. Lê ne tenê li Zapê, di serî de di operasyonên eyaleta Serhedê de hevalan ew bi temamî bin xistin. Wana li eyaleta Serhedê, bi taybetî li Tendûrekê bi hezîmetê re rû bi rû man. Bi dehan caran li Amedê operasyon kirin. Raste, vê dawiyê windahiyên me yên wek hevalê Salih û her sê hevalên din çêbûn, ev windahiyek girînge. Lê bi giştî dijmin bin keftiye. Dijmin bi hezaran leşker, bi teknolojiya herî bilind bi rojan operasyon dike, nikare windahiyan bi gerîla bide jiyîn, berovajî ew bi xwe bi dehan windahiyan dide. Bi kurtahî hemleya wan a li ser me ya zivistanê jî encam negirt. Di hemleya wan a biharê de bi qismî şer çêbû, li hinek eyaletan şehadet hatin jiyîn. Lê ji meha Gulanê û vir ve cardin di gerîla de kombûnek pêş ketiye.

 

Belkî Amanos hinekî dereng ma, lê baş çalakî kir. Em wana pîroz dikin. Çalakiya Tetwanê jî baş bû. Garzanê windahî dan, lê xwe komî ser hev kir. Em wana jî pîroz dikin. Cardin çalakiya Behra Reş, bi rastî çalakiyek baş û serketî bû. Em wana jî pîroz dikin. Çalakiyên Botanê, piraniyên xwe bê windahî çek rakirine. Hemû cihê pîrozkirinê ne. Ji çalakiyên li Herêmên Parastina Medya Zagrosê, tenê tekmîla duh, hem çalakiya Xakûrkê, hem çalakiya Cîlo, hem çalakiya Avaşînê tev çalakiyên baş û serkeftî ne. Bi kurtahî di tevahî van çalakiyan de dijmin derbeyê dixwe. Her wisa li Dersimê kombûnek heye, çalakî tên lidarxistin û pêşveçûn heye. Em bawer in asta niha hevalan girtî, ger kêmasiyên heyî bibînin û wan kêmasiyan bilez biborînin, pêngav wê hîn zêde xurt bibe, pêş bikeve û bi ser bikeve."

 

‘Rejîma AKP- MHP’ê li her derê teşhîr bûye’

 

Karayilan da zanîn ku êdî nîvê Tirkiyeyê li dijî dewleta AKP-MHP'ê ye û got: "Niha Serokkomar li derve diçe Almanya, li Almanya salonekê nabîne ji bo tê de civînekê çêbike. Ewqas rezîl bûye. Wezîr dixwazin biçin Avûstûrya, biçin welatên derve, lê destûr nadin wezîr biçe welatê wan. Ev li kîjan dewletî bûye? Eşkereye ku ev ne tiştekî asayîye. Rejîma AKP-MHP'ê li devre û li hundir teşhîr bûye. Heqîqeta wan hatiye naskirin."

 

'Şoreşa me ne tenê şoreşa Kurdistanê ye, şoreşa Rojhilata Navîne'

 

Mûrat Karayilan diyar kir ku şikestina faşîzma AKP-MHP'ê wê ne tenê azadiya Kurdistanê bi xwe re bîne, wê Tirkiyeyê jî rizgar bike, demokrasiyê bîne Tirkiyeyê.

 

Karayilan got: "Tevgera Kurd îro karakterê xwe hîn berbiçav bûye, eşkereye ku êdî bûye şoreşa Rojhilata Navîn. Niha ku operasyona Reqayê bi ser bikeve, wê çi bibe? Êdî dikê bimeşe, here şoreşa Sûriyê. Şoreşa Sûriyê ya Demokratîk wê deriyê şoreşek nû li Rojhilata Navîn veke. Ango şoreşa me roja îro, ne tenê şoreşa Kurd û Kurdistanê ye, ev şoreşa Rojhilata Navîne. Ji bo vê dagirkerî dişewite, dagirkeriyê hemû tiştê xwe daniye holê û dixwaze êrîş bike, encam bigire, lê êdî nikare encam bigire. Tenê divê em pêşengiyek rast bikin. Divê em li ser ruhê 14'ê Tîrmehê kûrahiyê çêbikin. Di perspektîfa berxwedana 14'ê Tîrmehê de divê em xwe kûr bikin û bi wî awayî pêşengiyek rast bikin. Heger em pêşengiyek îdeolojîk, pêşengiyek leşkerî bikin, zafer bi awayek misoger a meye. Tiştê em bibêjin, çarçoveya xwe ya giştî wisa ye."

 

'Meşa me ya bi ruhê 14'ê Tîrmehê wê bibe meşa azadiya Rêber Apo û Kurdistanê'

 

Karayîlan axaftina xwe wiha bi dawî kir:  "Em careke din bi vê hêvî û baweriyê dibêjin, ruhê 14'ê Tîrmehê îro li hemû qadên Kurdistanê jiyan dibe. Bi ruhê 14'ê Tîrmehê, bi ruhê fedaîtiya Apocî meşa me ya vê serdema girîng, wê bibe meşa azadiya Rêber APO û azadiya Kurdistanê. Ji bo vê tenê divê her hevalek li berpirsiyariyên xwe xweyî derkeve, pêşengiya rast bike. Ger wisa bike, serketin misoger a me ye."